CivakRojev

PKK çekên xwe şewitandin, raya giştî çi difikire?

PKK çekên xwe şewitandin, raya giştî çi difikire? Wêneyek balkêş di encama rapirsînekî de derdikeve holê!

AREA Research piştî pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” rapirsînek berfireh li darxist.

Li gora dixweyê encamek balkêş derketiye holê.

Li gora rapirsînê  cudahiya dengan a di navbera CHP û AK Partiyê de kêm bûye.Dengên IYI Partî yê zêde û yên MHPê kêmtir bûne.

 Rapirsînê di derbarê çekdanîna PKKê de jî pirs kirine.

Rapirsîna raya giştî ya dawî ya AREA Research, ku di navbera 17-21ê Tîrmehê de li 26 parêzgeh û 87 navçeyan bi 2,000 beşdaran re hatiye kirin, wêneyek nû di rewşa siyasî de eşkere kiriye.

Bersivên pirsa “Ger îro hilbijartinek pêk were, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partîyê?” wiha ne:

CHP: %30.8

AKP: %30.1

DEM: %10.9

MHP: %8

Partiya İYİ: %7.6

Partiya Zafer: %4.1

Partiya Kilid: %2.7

TİP: %2.5

Partiya Refahê %1.6

Yên din: %1.8

Yek ji guhertinên herî berbiçav di rewşade ÎYÎ Partî de çêbû. Bilindbûna dengên ÎYÎ Partî yê di vê rapirsînê de bû %7.6, ku di hilbijartinên dawî de nêzîkî % 3 bû, wekî nîşanek şikestinê di nav dengdêrên neteweperest de hate şîrovekirin.

Daketina MHP bo % 8 nîşan da ku dengdêrên neteweperest dengên xwe ber bi alternatîfên wekî ÎYÎ Partî, Zafer Partî (%4.1) û KILID Partî (%2.7) ve diguherînin.

Pirsên derbarê pêvajoya nû ya ku bi danîna çekan ji aliyê PKKê ve dest pê kirî de jî di rapirsînê de bi berfirehî hatin nirxandin:

“Hûn çawa li wêneyên şewitandina çekên PKKê dinêrin?”

Erênî: % 55.6

Neyînî: % 38

Yên ne piştrast: % 6.4

“Ramana we li ser pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror çi ye?”

Erênî: %58.3

Neynî: %34

Bêbersiv: %7.7

“Divê şerê li dijî PKKê çawa were berdewamkirin?”

Bi danûstandinên demokratîk: % 52.1

Bi destwerdana leşkerî: % 36.9

Bêbersiv: % 11

KESÊN KU DIBÊJIN “GAVEK GIRÎNG E” PIRANIYÊ NE

%53.9ê beşdaran hemfikirin ku pêvajoya Tirkiyeya bê teror “gaveke girîng e ku ji ber hevsengiya siyaseta derve ya welêt hatiye avêtin.”

Back to top button