Bafil Talebanî û Vidkun Quisling ê Norvejî

0
8

Bafilê kurê Celal Talebanî û pismamê xwe Lahor Şêx Cengî xiyaneteke mezin li gelê xwe, gelê kurd yê başûrê Kurdistanê kir û destê xwe xist nav destê dijminên Kurdistanê û bajarê Kerkûkê û nîva axa Kurdistanê ji bona çend destkeftiyên şexsî û malbatî radestî arteşa Îraqê, basdarên Îranê û milîsên Şîe (Heşda Şabî) kir.Di dîrokê de xiyanete herî nêzîk ji xiyaneta malbata Talebanî, ya Vidkun Quisling (1887-1945) ku bi xiyanetkarê Norvejê tê naskirin ye. Vidkun Quisling salên 1931-1933 wezîrê bergiriyê yê Norvejê bû. Partiya wî ya binavê Hevpeymaniya Niştimanî peywendî bi naziyên Almaniyayê dike û dostanî bi Adolf Hetler re çê dike. Qusling hemû nihêniyên leşekerî yên arteşa Norvejê bi artaeşa nazî ya Almaniyayê dide û Almaniya nazî bi serokatiya Adolf Hetler di roja 9ê nîsana 1940 êrîşî ser Norvejê kir û ew dagîr kir. Di eynî evariya wê rojê de Vidkun Quisling bi rêya radyoyê peyamekê dide û radigehîne ku wî dessthilat girt destê xwe û ew xwe weke serokwezîr û wezîrê karê derve yê Norvejê îlan dike. Wî, bi alîkariya alamniya nazî kodeta li ser hikûmeta Norvejê kir. Di eynî peyamê de wî hemû tevegerên keşkerî dan sekinandin. Ew navbera salên 1942-1945 serokwezîr bû.Roja 22 tebaxa sala 1945ê dozgerê giştiyê Norvejê mehkemekirina Vidkun dest pê kir, ew bi xiyaneta neteweyî û kuştina xelkê hat gunehbar kirin û di 24ê oktobera 1945 hat îdam kirin.Kurê Celal Talebanî yê mezin, Bafil Talebanî û biraziyê Celal Telabanî, Lahor şêx Cengî bi awayekî veşartî digel pasdarên Îranê û milîsên Şîe li hev kir û dema Îraqê roja 16ê oktoberê êrîşî ser bajarê Kerkûkê kir, hêzên pêşmerge yên ser bi baskê Bafil Talebanî û pismamê wî Lahor şêx Cengî ve, bê şer û berxwedan, bajarê Kerkûkê û bajarên din radestî milîsên Şîe û pasdarên Îranê kir û hatin dagîr kirin.Li gor ew rêkeftina di mediyayê de hatî weşandin, Bafil Talebanî digel milîsên Şîe li hev kir bû ku li hember teslîmkirina Kerkûkê wî bikin serokê Herêma Silêmnaiyê.Gelo dê dozgerê giştiyê Kurdistanê li ser wê xiyaneta mezin ya neteweyî kirî, dê Bafil talebanî û pismamê wî Lahor şêx cengî bo de mehkemeyê û bi tawna xiyaneta neteweyî tawanbar bike û îdam bike?Nasrat Hacî[email protected]

Nerîna min :