
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji ber bidawîanîna aloziyên Bexdayê, pesnê helwesta Muqteda Sedir da.
Bafil Talebanî diyar kir: “Helwesta hekîmane ya cenabê Muqteda Sedir û muameleya hêja ya serkirde û hêzên niştimanî, rola wan a mezin hebû di pûçkirina merama fitne û nakokiyê de.”
Talebanî destnîşan kir, bi îrade û hîkmet dikarin vê rewşê derbas bikin ji bo çespandina yekrêzî û berdewamiya avakirinê.
Serokê YNKê Bafil Talebanî ji hemû aliyan daxwaz jî kir, bi hev re hewl bidin ji bo aştî û pêşketinê, ji bo avakirina Iraqeke seqamgîr û avedan ji bo hemû pêkhateyan.