Polîtîk

Avşar serdana koçberên Kobanê kir

Hûnermenda navdara kurd Hulya Avşar li gel hinek jinên karsaz, hunermend û siyasetmedar çû Rihayê û Pirsusê serdana koçberên Kobanê kir.

Hulya Avşar û koma jinên serdana kampa koçberên Kobanê kirîn, piranî li gel jinan û zarokan axivîn û guh dan pêdiviyên wan.

Avşar di daxuyaniyekî de got: Sedema vê serdana me ewe ku em bala raya giştî bikşînin li ser koçberên Kobanê û rewşa wan. 

Li gora agahdariyan  Avşar û jinên pêre alikariyek berbiçav gihandin koçberên Kobanê.

Back to top button