Polîtîk

Avakirina sed hezar xaniyan

Di berdewamiya serdana xwe de bo devera Badînan, duhî Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li devara Amêdiyê û Berwarî Bala çend pirojeyên xizmetgozarî vekirin.
Di destpêkê de li gunddê Bêduhê li devara Berwarî Bala, Azad berwarî cêgirê serokê hikûmeta herêma Kurdostanê kevirê bingehîn yê bendava Bêduhê dana. Li gor daxuyaniya wezîrê zîraetê 13 milyar dînar weke budce bo pirojeyî hatine berdest kirin û ew pirojeye dê 2500 donemên zeviya avî bike.

Piştî danan kevirê bingehîn yê pirojeyê bendava Bêduhê li devera Berwarî Bala, cîgirê serokê hikûmetê di peyvekê de xebat û tekoşîna xelkê deverê di tevgera rizgariya Kurdistanê de bilind nirxand û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê çewa ku giringiyê bi avadankirina bajaran dide dê her wesa giringiyeke taybet bi avadankirina gundan jî bide û tu devaran îhmal nake.

Piştî devera Berwarî Bala, cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re serdana Amêdiyê kir û di merasimekê de li deşta Dêrelokê kevirê bingehîn yê pirojeyê ava Amêdiyê dana. Bi vê minasebetê Berwarî di peyvekê de behsa pilana hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku ji bilî av û karebayê, hikûmet girinyeke mezin bi warê avakirina xaniyan jî, ji bona çareserkirina arîşeya akincîbûnê, dide, û got ku di bernameyê hikûmeta herêma Kurdistanê de ye ku di nav van pênc salên bê de hikûmet sed hezar xaniyan ava bike.

Li gor daxuyaniya wezîrê şaredarî û tûrîzmê, 85 milyon dolar budce bo pirojeyê ava Amêdiyê hatiye berdest kirin û dê bo demê 25 salan arîşeya avê li Amêdiyê û derbûrên wê çareser bike.

Wek tê zanî Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê ku ji wezîrê zîraetê û wezîrê şaredarî û tûrîzmê pêk tê, serdana debera Badînan kiriye.

Back to top button