Avakirina Kesayetiyê
Pir caran mijar derbarê kesayetiyê tên giftûgokirin, ji bo mînak hind bêjin kesatî ya vî kesî ya bêhêze yan ev mirove yê bê kesatî ye mirovekê ketiye, lê mirov çawan van herdû curên kesatî ya ji hev cuda dike, li destpêkê pêwîste mirov bizanet kesatî çî ye, ji bo destinîşankirina pênasekê bu kesatiyê pir pênasên cuda hene, lê bi şêweyekê giştî kesatî: Kumeka reftarên rêkixistî ne ji sexlet û rewştên ber bi çav yên kesekî, ku ji kesekê din dihêt cudakirin û pileya guncandina xwe digel jîngehê destinîşan dike. Dîsan kesatî lihevhatina civakî ye li ser wêneyekê rezamendiyê ji rewşt, hizir û hestên kesekî diyar kirî.
Niha emê hinek ji taybetmeniyên kesatî ya bihêz xuya bikin:
Ji taybetmendiyên kesatî ya bihêz pêwîste mirov di jiyanê de yê zana û şareza be, dîsan li gorî wê zanabûnê di nava texên civakî de kar bike, di reftaran de xwedî rewştên baş be, yê mirovatî be. Di warê alîkariyê de ji bo her kesî, pêwîste hertim yê çalak be ji bo pêk anîna erkên xwe bi şêweyekê giştî, ji bo qurbaniyê hertim amade be bêy hest bi kêmasiyê bike, dîsan di karî de rêkûpêk be ji bo kesên din. Xwedî şiyan û berhem hêner be, ji aliyek dinive xwedî îrade be ji bo destinîşankirina armancan û helbijartina mebestên pîroz, bikare buşayiyan pir bike û berhemên nirxdar biafirîne, li ser kesên din xwedî bandur be, dîsan şiyanên guherînê hebin di xuda.
Lê bi çi awayî em dikarîn kesatiyên bihêz bi afirînin, hind xalên girîng hene ku bandorê liser avakirina kesatiyê dikin ew jî evin:
1 -sedemê zikmakî: Weke tê zanîn sedemên zikmakî ji hemû aliyan ve bandor li ser zarwî heye, taku wergirtina sexlet û rewştên wan di jiyanê de mîna (sarbûn di peywendiyan de, merdayetî û serikeftin dikarîda… Hitid)
2 -sedemê xurstî: Lêkulînên nuşdarî xweyakiriye ku di mêşkî da pir senterên ektîv hene, ku pir ji kirdarên aqilî û derunî birêve dibet û biserda zal dibe, lewma bandor li ser hizirikirin, hest, rewşt û zanînê heye.
3 -malbat û rêyên avakirinê: Malbatê rolekê giring di geşekirina zarokî de heye, di qunaxên biçûkatiyê de, di jiyana mirovan de, ji ber ku malbat jîngeha yekeme ku tovê mirovî piştî bûnê têda geşe dike, paşan zarok pir ji pêzanîn, rewşt, dahênan şiyanan jê werdgire û bandurê çi baş yan xirab liser avakirina kesatî ya vî zarokî dike, ji aliyek dinive hêmnî û akincî bûna malbatê bandorek baş heye ku zarokî di wê malbatê de hêmin û xwedî kesatî be, lê beruvajî vê çendê malbat tevlîhev be zarok ji hemû aliyan ve ber bi xirabî ve diçe.
Di paşerojê de dê xwedî kesatiyek şkestî be, ji ber ku malbata wî bawerî nedayê ku bibe zarûyek xwedî îrade, ji ber ku bawerî bixwe bûn û îrade dû xalên giringin ji bo avakirina kesatiyek bihêz, ji aliyek din ve cihê zarokî di malbatê de giringiya xwe heye mînak (zarok yê herî mezin, yan herî biçûk yan kurekê yekane di navbera çend xuşkan de) dê zêde giringî pê bihête dan, bi şêweyekî pir nazdar be, her tiştê bixwaze amadeye, kes nahêle karekê xwe bi xwe bike, wate di paşerojê de dê her li benda yekî be ji bo alîkariyê, wate bawerî bixwe namîne encamê, wê dê kesatiya wî bê hêzbe, dîsan beruvajî, ger zarok di malbatê de hat vecxandin û çespandin û bi tirsê mezin bû, dîsan eve jî dibe sedemê kesatiyek helweşayî di paşerojê de, wate ne nazidariya zêde ne jî çewisandina zêde.
Hêvî Berwarî
(Ewro)