Kultur

Çêrok a rojhilat û çar demsal

Li Bajarê Mêrdînê pêşengeha cil û bergan çêbû. Eve demeke hinek jin û keçên Mêrdînê li gora modeya hinek cil û bergên jin û mêran çêdikin. Di encama karên xwe de, pêşengehek pêkanîn. Ev pêşengeha yekem e ku bi vî awayî li Mêrdînê pêktê.

Ji bo vê pêşengehê gelek gengeşe çêbûn û beşek dijî vê pêşengehê derdiketin. Lê duhî ev pêşengeh bi amadebûnek girsehî pêkhat û keçên Mêrdînê cil û bergên xwe pêşkêşî temeşevanan kirin.

Ev pêşengeh ji aliyê modelîst e naskirî Cemîl Îpekçî ve hatibû organîze kirin. Pêşengeh di bin navê “ Çêrokek ya rojhilat û çar demsal “ê de hate pêşkêş kirin.

Back to top button