Cîhan

Kongreya PEN a Navnetewî li Tokyoyê çêdibe

 
Kongreya PEN a Navnetewî li Tokyoyê dest pê kir:
PEN a Kurd pirsa nivîskarên girtî tîne rojevê

76.mîn kongreya PEN a navnetewî bi duruşma ”Jîngeh u Wêje, Peyv dikarin çi bikin”, roja yekşem 26.09.2010 li Tokyo, paytextê Japanê dest bi xebata xwe kir. Bi sedan nivîskar ji tevayê Cîhanê, liqên welatên cuda di rojên 26 -30 îlonê de, wê li ser mijarên aştî, rewşa nivîskarên di girtîgehan de, rewşa jinan, rewşa ziman û mijara jîngehê biaxivin û di dawiyê de biryarên hevbeş bidin.

Li ser navê Navenda PEN a Kurd, wefeda ku pêk hatibû ji berêzan Xatûn Bêrîvan Dosky û Abdullah Hicab di kongreya îsal ya PEN a Navnetewî de beşdarin. Wefda Kurd wê li ser her yek ji wan mijarên aştî, rewşa nivîskarên girtî û bi giştî rewşa girtiyên Kurd, rewşa jinan li Kurdistanê û rewşa zimanê Kurdî pêşniyarên PENa Kurd ji bo beşdarên Kongrê û ji bo ku ew pêşniyar bibin beşek ji biryarên dawiye Kongreyê kar bike.

  
Di axaftina vekirina civînê de,  rêzdar John Ralston Saul, Serokê PEN a Navneteweyî, giringî da rola nivîskaran ji bo xurt kirina bingeha azadiya bîr û ramanê û weha got:
 ”Werin em xwe nexapînin. Em di dewranekê de dijîn ku metirsiya li ser azadiya ra û ramanê, li ser azadiya edebiyatê û li ser çandên biçûk roj bi roj zêde dibe. Niha dema serhildana sîstemek nû ya autorîter an deselatxwazî li cîhanê ye, demek ku tê da pêlên nûye modela kevne zêdegaviyên neteweperistî an nasyonalîzmê bi rê katiye, serhişkî û xapandina xelkê li her deverên cîhanê zêde dibe. Em li vir, li Tokyoyê ne heya li ser navê ew kesên ku ji nivîsandin û axaftinê hatine bêpar kirin dengê xwe bikin yek û hawara xwe bilind bikin”. 

Piştre rêzdar Gao Xingjian, xwediyê xelata wêjeya edebiyatê ji Çînê axivî û giringiya wêjeyê di parastin û pêşvebirina azadiya ramanê de anî zimên.
Sala 2010 hevbere di gel 50 saliya damezirandina Komîteya Nivîskarên di girtîgehan ya PEN a Navnetewî de. Lewma civîna îsal wê giringiyek taybet bide rewşa nivîskar u rojnamevanên girtî. Wê gavê PEN a Navnetewî ji bo parastina pitir ji 900 weşankar, nivîskarên weblogên internetê, sernivîskar û rojnamevanan kar dike. Di nava wan xebatkarên meydana wêje û nivîsê de gelek nivîskar û rojnamevanên Kurd jî hene ku PEN a Navneteweyî bi hîmdarî û alîkariya Navenda PEN a Kurd ji bo azadiya wan kar dike.

Mîvandarê kongireya 76. mîn a PEN a Navneteweyî, Navenda PEN a Japan, di axaftina vekirina Kongireyê de hêvî xwest ku civîna îsal ji bo pêşxistin û xurt kirina armancên PEN a Navnetewî bibe alîkar. Japanê her weha di salên 1957 û 1984 de jî mîvandariya Kongireya PENa Navneteweyî kiribû.
Wefda PEN a Kurd, di yekem roja civînê bi serokatiya PEN ê, berpirsyarên hemû Komîteyên PEN a Navneteweyî û gelek wefdên beşdar re hevdîtin pêk anî û mijarên di rojeva PEN a Kurd de bi wan re bas kir.

Civîna vekirina Kongireyê bi awayek berfireh di televîziyona seranseriye Japan û medyayên giştiye welat de deng veda. Tokyo, Japon- 26-30.09.2010

EuroKurd News – eurokurd net

Back to top button