Civak

Avahiya BDP-ê ya Enqerê hat şewitandin

Piştî duh Zîrveya Dewletê li ser şerê li navçeya Farqînê û kuştina 13 leşkeran civiya, di serî de serokê meclîsa Tirkiyê Cemîl Çîçek û rayedarên dewletê di civînê de BDP wek hedef nîşandan. Piştî ku BDP wek hedef hat nîşandan, avahiya BDP-ê ya Enqerê bi tevahî hat şewitandin. Ji ber tiştek bi tup û gaza xwezayî nehat, hevwelatiyên derdorê ji karesatekê rizgar bûn.

Duh piştî li herêma Sêdeqnê ya Farqînê şer di navbera gerîlayên HPG-ê û leşkerên tirk de derket û 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, Zîrveya Dewletê civiya bû û di serî de serokê meclisê Cemîl Çîçek û rayedarên dewletê BDP wek hedef nîşan dan.

Li gor Rûdawê, piştî daxwiyaniya Zîrveya Dewletê avahiya BDP-ê ya bajarê Enqerê hat şewitandin û ket rewşa neyê bikar anîn. Avahiya BDP-ê ya Enqerê ku li ser kolana Tuna ya Kizilayê ye û heta niha 3 caran ketiye ber êrîşê, şeva din saet di 03.00’an de hat şewitandin. Kesên nasnameya wan nediyar bi molotofan avahiya BDP-ê dan ber agir û şewitandin.

Piştî avahî dan ber agir, tevahiya avahiyê şewitî û ket rewşa ku êdî neyê bikaranîn. Piştî cîranan cîranan rayedarên îtfaiyê agahdar kirin û heta ku yekîneyên îtfaiyê hatin cihê bûyerê avahî bi tevahî şewitî. Lê ji ber tupê gaza xwezayî zirar nedît cîranên derdorê ji karesateke mezin rizgar bûn. Rêxistina BDP-ê ya Enqerê dê derbarê mijarê de daxwiyaniyê bide çapemeniyê.

Back to top button