Nivîsar

Gelo BDP li hemberê Öcalan derdikeve?

Krîza sond xwarinê ya hêla CHP’ê çareser bû. krîza hêla BDP’ê tevî daxweyanê Abdullah Öcalan yên roja înê, hêj jî çareserî xweyan nake. Ji serî de, min digotin ku, krîza CHP’ê tewşe. Berdewamkirina krîza ku CHP’ê derxist jî mimkûn nîn bûn.

Divê CHP’ê di serî da bidîyana ku, Tayyip Erdoğan daxwazên wan yên bêîmkan nikare qebûl nake, him jî ew daxwaz hewce jî nedikirin. Divê CHP’ê malîyeta giran ya vê alozîyê bidiyana û zû dev ji vê alozîyê berdana.
Ya 2. jî CHP vedigere TBMM’yê. Di vê alozîya ku heta îroj berdewam kir de, ji vê alozîyê Ak Partî nîn CHP’ê zerar girt. Lê heke CHP’ê qrîzî berdewam bikirina wê bi destê xwe, xwe tûne bikirana. Niha bi birîndarî ji vê alozîyê derket, lê gelo wê karibe bi alozîya xwe bijî. Tevî hemî tiştî paşvegerîna CHP’ê ya TBMM’yê gelek baş û rast e.

Xwendin û fêmkirina rast ya Öcalan

Mixabin serokê TBMM an jî hikûmet hewlê ku ji bo CHP’ê dan ji bo BDP’yê nîşan nedan. Divê hewl ji bo wan jî bidana lê BDP jî, li gor rêznameya Meclîsê ya “Mutabakata Nivisî” tu partî nikara TBMM’yê boykot bike. Li gor vê BDP jî mimkûn nine ku biryara boykotê berdewam bike.
Heke mîrov li rihê daxweyanîyên Öcalan mêzeke, Öcalan dibêje ku, niha ne rewşa agirbest ne jî despêka şer heye. Me niha jixwe şerê gelê şorker bi dawî kirîye. Di cihek din ya daxweyaniya xwe de jî BDP’yê rexne dike. Dibêje BDP nexşerêya min ya nexwendiye yan jî fêm nake. Devlet bi xwe jî 2 sal nexşerêya min girt xwend li ser xebitî ji îstîfade kir. Lê BDP’ê nexşerêya min nexend jî, ya naxwînîn an jî fêm nakn, li ser naşixûlin”.
Di daxweyanîya xwe de qala Qonseya Qanûna Bingehîn jî dike û dibêje; “Yên ku Qanûna Bingehîn ya nû çike wê qonseyek be. Divê BDP jî di nav vê qonseyê de cîh bigre, beşdarê xebetên Qanûna Bingehîn bibe.

Wazîfe û mîsyona BDP’yê

Heke BDP biryara boykot kirina TBMM’yê berdewam bike, ew rol û mîsyona ku Öcalan ji wan hêvî dike, wê çawa bicîh bîne. Kara wê rolê bileyze. Öcalan destnîşan dike ku, bi lijneya dewletê ku pêra muzakereyan dimeşîne re, li ser damezirandina Qonseya Aştîyê li hev hatine.
Ew dîroka 15 Tîrmehê ku spekulasyonek mezin li ser hebû ji holê rakir.

Heke bi xelatî nehê bîra min, cara yekem hevoka “me lihev kir” bikar anî. Vana tev jî nişan didin ku, Öcalan bi heyata ku xebera Serokwezîr jî ji heye re, li ser lihevhatinek mezin lihev kirine. Ji ber vê yekê bal dikşîne ser xebatên guhertina Qanûna Bingehîn.

Divê Hikûmet piştî sond xwarina CHP’yê, gavek rast ber bi BDP’yê ve jî biavêje. Yanî ev gav mecbûrî ye. Lê divê BDP e jî zimanê xwe serast bike, gûh bide bangê Öcalan. Peyamên Öcalan carek din bixwine û fêm bike. Paşê jî bikeve rêya TBMM’yê.

Ji bo şer BDP mûhtacê tu kesî nine. Lê ji bo aştîyê muhtaç e.

 

(Xeberênkurdî)       
  

Back to top button