Kurd beşdarî festîvala çanda gelan dibin
Koma Mîllî ya Silêmaniyê û Koma Nalî dê 18ê vê mehê li ser nave Kurdistanê beşdarîyê di 45emîn festîvala Çand Gelan li Xirvatistanê bikin û dê 4 rojan dom bike.
Duhî êvarê li Hotel Şîraton li Hewlêrê, di preskonferensekê de, Sefîn Salih serperiştiyarê koma muzîkê ya Nalî ragihand ku ew dê îro bi armanca beşdarîkirinê di 45emîn festîvala Çanda Gelan de, ber bi Xirvatistanê ve bi rê kevin.
Salih got: Şandeya koma me ji 10 hunermendan û koma Mîlî ya Silêmaniyê jî ji 14 hunermendan pêk tê.
Navborî da zanîn ku ew dê li ser nave kurdan beşdarî festîvalê bibin û pareyê serdan û beşdarîkirinê ji aliyê hevsera serkomarê Iraqê Hêro Ehmed Îbrahîm ve hatiye dabînkirin û waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî ji wan re vîze dabîn kiriye.
Festîvala Kulturê Gelan, salane ji aliyê UNESCO ve bi beşdariya dehan welat û neteweyan tê pêkanîn.