Polîtîk
Du birayên Sedam Hisên li Bexdayê dê bên îdam kirin
Li gor çavkaniyên wezareta edaletê ya hikûmeta Îraqê, Îro hêzên Amerîkayê 5 perpirsên rêjîma berê ya Îraqê radestî wezareta edaletê kirin.
Li gor heman çavkaniyê, 2 birayên Sedam Hisên jî hene ku fermana darvekirinê li ser wan heye.
Navê wan kesan wiha ne: Wetban Îbrahîm, Sebawî Îbrahîm( herdu birayê Sedam in), wezîrê berevanîyê yê rêjîma berê Sultan Haşim û her wiha efserekî paye bilindê wê rêjîmê bi navê Hisên Reşîd û Ezîz El-Nûman jî yek ji payebilindên dî yê wê rêjîmê bû.
Biryara îdamkirinê li ser her 5 tawanbaran heye û tê çaverê kiirn û ew 5 tawanbar di vê mehê de bên îdam kirin