Polîtîk

Atalay behsa pêvajoya Îmralî dike

 

Beşîr Atalay, cîgirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê pêvajoya Îmralî. Atalay berê jî wezîrê navxwe yê Tirkite bû. Pêvajoya Oslo û bûyerên Xabûr di dema wî de çêbûn.

Niha jî di pêvajoyê sekinandina şer de ew xwedî biryar e.

Rojnama Bugun a tirkî di derbarê pirsa hevdîtinên li gel PKKê tê kirin hevpeyvînek dirêj li gel Atalay kir.

Koardînatorê pêvajoya Îmralî Beşîr Atalay  hinek xalên di vê pêvajoyê de girîn dest nîşan dike û dibêje:

“ Pişgiriyek mezin ji bo serkeftina vê pêvajoyê heye. Li Diyarbekirê jî li Îzmîrê jî xelk dixwaze ev şer bisekine“

“ Di vê pêvajoyê de mimkine hinek xetmandin çêbibin, lê emê hemiyê derbas bikin. Armanca vê pêvajoyê gelek zelale, dê ji dev çekan bê berdan û teror bisekine.Bernama  me vekiriye sala 2001ê 14ê tebaxê bernama me çibe îro jî ew e“

“ Pêvajoya Xabûrê gavek bi cesaret bû me avêt. Lê ji aliyê BDPê ve hate provake kirin.Me got wan neçin emê van hatina berdewam bikin. Lê şov kirin.“

“ Di vê pirsê de gelek tecrubeyên me çêbûn. Me gelek gav avêtin. Ev pêvajo du sala berdewam nake, wê zûtir werê encamdan.“

“ Kesayetên ji Ewropa werin dikarin werin. Me ji Kemal Burkayre got were hat.Şivan dikare werê tu asteng tuneye“

“ Di medyayê de gelek nûçe cih digirin.Em li ser van tişta nasekinin. Dema Osloyê hukumetê tam xwe amade kirûbî ku gavê bavêje, bûyera Silvanê çêbû.Niha em gelek bi stratejik kar dikin. Ez nabêjim dê kengê çi bibe“

“ Em rewşa Qendîlê dizanin çeweye. Grubên cuda hene. Em van tişta hemiyan li ber çav digirin û li gor wê jî gavê tavêjin“

“ Siyaseta me siyaseta Entegrasyonê ye. Me kongreyê dawî de ev di çend xalan de eşkere kir.“

 

Back to top button