Aştî

Partîya Aştî û Demokrasîyê (PAD), PKK, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ew sazî ne ku herî pir van têgihan bi kar dihînin û aştîyê dixwazin.
Di vê nivîsê de, ez dê hewl bidim ku bi baldarî hedîseyên dawî li ber çavan bigrim, hest û ramanên xwe yên derbarê vê pêvajoyê de diyar bikim.

Di mijara aştîyê de pir telebkarîya PADê, PKKê, hergava aştîyê tînin zîmên, li cem min her dem bişirînek diafirînin. PKKya ku di nava xwe de aştîyê nayîne zimên, di nava xwe de, di nava kurdan de li aştîyê nagere lê bi dewletê re bo lihevhatinê/aştîyê ew qas hewldanên wê çi qasî bi mane ne?

Bi nêzîk sê hezar cînayetên ku ji alîyê hêzên ewlekarîya dewletê ve pêk hatine hene. Malbat bi hewldanên xwe yên berdewam û bibiryar gihîştine hestîyên zarokên xwe, bo wan gorek çêkirine.

Dîsa sêhezar cînayetên din ku ji alîyê hêzên ewlekarîya dewletê ve hatine kirin hene. Bi tevî hemû hewldan û lêgerîna malbatan, nikaribûne bigihîjin hestîyên zarokên xwe jî.

Tê zanîn ku ev cînayet di pêvajoya bizorê revandin û ji holê rakirinê de pêk hatine, di pirsîyarîyên bi îşkence de, çav dihetin derxistin, guh û poz dihatin jêkirin.

Tê zanîn ku bi van cînayetên ku jê re“Fa’il mechûl” digotin re gund dihatin şewitandin, çavkanîyên bingehîn î debarê dihatin xerakirin, bi sed hezaran malbatên kurdan ji cih û warên xwe bi darê zorê dihatin koçberkirin.

PAD/PKK bi tevî vê pêvajoya ku hatîye jiyîn jî bo bi dewletê re aştî pêk bîne di nava hewldaneke pir mezin de ye. Lê li hember kurdên ku jê veqetîyane cirnexweş bûye. Wan bi xîyanet û sîxurîyê tewanbar kiriye.

Ew kesên ku ji PKKê veqetîyane jî kar û barên xwe yên sîyasî dimeşînin. Di derbarê rûdanên rojane de ramanên xwe dîyar dikin. Di van ramanan de wek mînak dijmintîya PKKê jî nakin.

Bi tevî vê jî PKK, li hember van kesan her dem di nava helwesteke dijmintîyê de ye. Wek ku ev nebes e, rêveberên PKKê yên li Qendîlê, dem dem li hember van kesên ku jê veqetîyane sûîqestan jî pêk tînin. Di 24ê Tebaxa 2013an de, li Koysancaxa Başûrê Kurdistanê, helwesta sûîqestkirina endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê dîyardeyeke ku divê li serê bê rawestin. Kessên ku dixwastin sûîqastê bikin di nava tawanê de hatin girtin. Di dema ku aştî tê axavtin, talebkirin, di dema ku amadekarîyên civîna Kongreya Netewîya Kurdistanê têne kirin de, plankirina sûîqastek wiha geşedaneke pir behêtkar e.

Teksta bi navê “Name ji Rewşenbîrên Kurd bo Mesûd Barzanî” ku ji alîyê rewşenbîrên kurd ve hatibû îmzekirin, ji vê hêlê ve balkêş e. (www.kurdistan-aktuel.org 6.9.2013) Di vê nameyê de rewşenbîr, ji Hikûmeta Herêmîya Kurdistanê, ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwazin ku ewlekarîya canê endamên  Partîya Welatparêzên Kurdistanê pêk bîne.

Li dinyayê gelek rêxistinên ku tekoşîna rizgarîya netewî û civakî didin hene. Kesên ku ji van rêxistinan veqetîne û di saziyên cuda de sîyaset dimeşînin jî hene. Lê bi qen’eta min, di tu rêxistinek ji vanan de, wek PKKê, bo kesên veqetiyane tawanbarîya wek “sîxur”, “xayîn” nayê kirin. Bo kesên ji rêxistinê veqetîyane bi awakî alîkarîya madî jî dihête kirin.

Dema em li jiyana kesên ku bi sedemên cur bi cur ji PKKê veqetîyane dinêrin, tê dîtin ku bo tekoşînê beşdariyên mezin kirine, kedek mezin dane. Beşek girîng ji van kesan di qadên cuda de tekoşînê dimeşînin. Lê diyar e ku bi tengasîyên mezin re jî rû bi rû ne. Di beşeke mezin a tekoşîna  30 salan de keda van kesan nikare bête înkar kirin.

Tê zanîn ku ev tekoşîn, tekoşîneke pir zehmet e. tekoşîn ji hêla civakî ve texrîbat jî pêk tîne. Malbat parçe dibin, zarok di nava trawmayan de mezin dibin. Bo pêk anîna debara malbatê, bo perwerdeyek pak jibo zarokan xebatek pir girîng divê.

Di jîyana hevalên ku bi van azaran re rû bi rû ne de bûyerên wiha pêk tên: Pirê caran dikanek piçûk vedikin. Lê di demeke kurt de dikan têne girtin. PKKyî, bi hinceta “xayîn”, “sîxûr”… ji van dikanan danûstandin nakin. Kurdên ne PKKyî jî bi hinceta “ev PKKyî ne” nig navên dikanên wan. Tirk jî bi hinceta “ew kurd in” rêya xwe bi dikana wan naxin. Di vê tekoşînê de piştgirîya civakî jî qey negirîng e? Di navbera kurdan de çima piştgirîya civakî bipêş nakeve?
Gelo PKK/PAD vana kar dihesibîne, serkeftin dihesibîne? Pir zelal e ku ev bi temamî kurdan lewaz dixîne.

Jibo ku bi dewletê re aştî pêk bîne PKK/PAD, di nava hewldanên pir mezin de ye, heta hin caran ûslûbek, vegotinek lavakar bipêş dixe lê bi kesên jê qetiyayî re aştî nexwestina wan rewşeke balkêş e. Lê di heqîqet de tiştê ku kurdan bihêz bike, aştîya ku dê di nava kurdan de pêk bêye.

Hewldanên PKK/PADê, bo bi pêşxistina hevkarîyê bi çepên tirkan re rewşeke baş e. Lê ger bi kurdan re, bi grûpên jê veqetiyayî re aştî pêk neyîne, rûmeteke cidî ya bipêşxistina hevkarîya bi çepên tirkan re nîn e. Tiştê ku dê kurdan li hember dewlet-hikûmetê bihêz bike, aştîya ku dê di navbera kurdan de pêk bêye.

Em bifikirin ku kêşeya Kurd/Kurdistanê berî her tiştî helwesteke dirust dixwaze. Helwesteke bisihet, ji piçûkxistinên wek “ew çend kes in ku…” bikêrtir e. Eger helwesteke we î bisihet tune be hebûna girseyek mezin li pey we jî encamek pir cidî naafirîne. Bi vî awayî helwesta rêveberên “Komeleya Tevgera Cîwanên Kurdistanê” ya van rojan, helwesteke ku divê li serê bê rawestin. Helwesta “Em dê navê Kurdistanê neguherînin, hûn qanûnên xwe biguherînin”… Di vê helwestê de bibiryarbûn… helwestên wiha dê kêşeya Kurd/Kurdistanê ber bi çareserîyê ve bibin. Ev helwest dê xizmeta têgihîştineke dirûst î kêşeya Kurd/Kurdistanê jî bike. Bêyî balkişandina ser esasê kêşeyê, di mijara çareserîyê de pirkirina pêşniyaran jî helwestek baş nîn e.

Bi tevî ku PKK/PAD hewldanên wiha dikin, hin caran helwestên wek lavakar bipêş dixin jî nikare bê gotin ku hikûmet, kurdan mixateb qebûl dike, ji daxwazên wan re bersiv dide. Axaftina dewlet-hukumetê bi Evdila Ocalan re, nayê maneya ku kurdan, PADê mixateb digire. Serokwezîr, Recep Tayyip Erdogan, hêjî dikare bibêje “Dê bi zimanê dayîkê perwerde çênebe, di rojeva hikûmetê de mijarek wiha tune ye.” Qebûlnekirina navê Kurdistanê di “Komeleya Tevgera Cîwanên Kurdistanê”de, di heqê pêvajoyê de nîşaneke pir girîng e. Evdila Ocalan jî ji heyeta PADê ya ku di Tebaxa 2013an de wî zîyaret kirîye re dibêje “hevdîtinên min û dewletê didomin.” Lê naveroka van hevdîtinan nayê dîyarkirin.

Umit Kardaşê ji dadgerîyê teqawidbûyî,  di rojnameya Tarafê rojên 27-31ê Tebaxê de, di nivîsên bi navê  “Gerestêrek li Dinyayê Tirkiye” de, li ser makezagonên dewletên cur bi cur radiweste ku çawa perwerdeya zimanê dayîkê tê de cih girtîye agahîyan dide. Di nava van dewletan de navê Komara Îslamîya Îranê, Federasyona Rûsyayê, Komara Gel a Çînê,  Hindistan, Afrîkaya Başûr, Azerbegan, Qazaxistan, Ukrayna, Slovakya,  Brezilya, Kolombiya, Gurcistan, Malezyayê tîne zimên.

Li hemû van dewletan di mijara perwerdeya zimanê dayîkê de qanûnên pozîtîf hene. Bi tevî ew qas tekoşînê, hêjî helwesta  hikûmetê ya red û înkarê di vê mijarê de diyardeyeke wisa ye ku divê li serê bê rawestin. Ev diyarde nîşan dide ku divê îdeolojiya fermî bi baldarî bête lêkolînkirin. Di sîstema li ser wesayeta leşkerî de jî, di sîstema hikûmeta xwedî zîhnîyetek mihafezakar a dînî ya ku demên borî wesayeta leşkerî lê zilim dikir de jî, polîtîkayên bingehîn î bi kêşeya Kurd/Kurdistanê ve pêwendîdar qet naguherin. Divê meriv bigihîje hişmendîya vê pêvajoyê jî.

Rêya herî girîng a li hember dewlet-hîkûmetê bihêzbûnê, li nasnemya kurdan bi awayek bibiryar, bihêz xwedîderketin e. Divê pûtepêdana kurdî zêdebibe, belavbibe. Helbet “Dersên bijarte” ne çareserî ye. Lê di vê astê de, zêdexwestin û belavkirina dersên bijarteyên kurdî girîng e. Li dibistanan telebkârbûna bo perwerdeyîya bi zimanê dayîkê, bêrawestan zêdekirin û berfirehkirina vê telebê divê karek girîng be lê divê li malê berfirehkirina vê pêvajoyê jî neyê îhmalkirin.

Divê di mijara aştîyê de li cihê ku meriv ji dewlet, hîkûmetê aştîxwazbe, di nava kurdan de aştîpêkanîn girîngtir be. Ji rawestina li ser “yekîtîya navbera kurdan” bêtir divê li ser aştîya navbera kurdan bê rawestin. Eger di navbera kurdan de aştî tune be ji xwe yekîtî pêk nayê. 

Îsmail Beşîkçî


Wergera ji tirkî ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatîye kirin.

Nerîna min :