Asif Alî Zardarî cara duyem bû serokkomarê Pakistanê

Di dengdana Meclisa Netewî ya Pakistanê de, Senatoya Pakistanê û 4 meclisên parêzgehan namzedê hevpar ê Partiya Gel a Pakistanê (PPP) û Partiya Misliman a Pakistanê (PML-N) Asif Alî Zardarî ji nû ve wek Serokkomar hat hilbijartin.
Li gor nûçeya The News Internationalê, hilbijartinên serokkomariyê piştî hilbijartinên meclîsên netewî û eyaletan ên 8ê Sibatê hatin lidarxistin. Di hilbijartinê de namzetê hevpar ê PPP û PML-Nê Asif Elî Zardarî ku di navbera salên 2008-2013an de serokkomar bû, li gor encamên ne fermî cara duyemîn bû Serokkomar.
Asif Elî Zardarî kî ye? Asif Alî Zardarî, hevjînê serokwezîra berê Benazîr Bhutto ye. Benazîr Bhutto di sala 1988an de wek “yekemîn jina ku Pakîstan û welatekî Misilman birêve dibe” dihat naskirin û ji aliyê dê ve Kurd bû.
Bhutto di 27ê Kanûna Pêşîn a 2007an de di encama êrîşek xwekujiya çekdar de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1955an de li Karaçî hatiye dinê. Zardarî di navbera salên 2008 û 2013an de serokatî kir.