Polîtîk

Asayîşa Kurdistanê li Hewlêrê 7 kîlo tiryak desteser kir

Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku tîmên wan karîne 7 kîlo tiryak desteser bikin ku çaverêbû bi rêya postê ya bajarê Dubeî ya paytexta Îmaratê bête şandin.

Li gor heman daxuyaniyê roja 08.03.2014 li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê‌ tîmeka asayîşê karîne 7 kîlo û 200 gram tiryak desteser bikin. 

Her wiha balkişandiye li ser wê yekê ku ew tiryak bi amûrên pişkinînê yên taybet hatiye dîtin ku di nav çanteyekî de bû û bi rêya post û bi awayê (Transit) gihîştiye Hewlêrê‌ û çaverêbûn ku ji bo bajarê Dubeî ya paytexta welatê Îmaratê bişînin.

 

Back to top button