Polîtîk

120 tang û 20 hezar pêşmergeyên YNK li dervey wezareta pêşmerge hene

Endamekî polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aşkere kir ku, 120 Debabe (tang) û 20 hezar pêşmergeyên YNKê hene û eger wezareta Pêşmerge ne ji pişka YNKê be, dê desthiladraiya wan çek û pêşmergeyan tenê di destê YNKê de be.

Wî endamê polîtbûeoya YNKê, ji Rûdawê xwest ku navê wî neyê aşkere kirin û got: “Çawa Wezareta Pêşmerge nadin YNKê? Gelo ew dizanin ku 120 Debabeyên YNKê û desteya erkanên wê heye?.”

Herwiha wî endamî da zanîn ku “Gelo dizanin ku YNKê ji derveyî Wezareta Pêşmerge 20 hezar çekdarên wê hene, Ketîbeya Debabe, Ketîbeya Medfeî û Ketîbeya Enaziyarî ya wê heye?”

Herwiha wî endamî amaje kir ku her 20 hezar pêşmergeyên YNKê di bin fermana  “Wezîrê Pêşmerge Şêx Caafer û Mehmûd Sengawî de ne.” herwiha dipirsê “Çawa kesek ji derveyî YNKê dê bibe Wezîrê Pêşmerge, ji ber tiştê ku Şêx Caafer ji bo Kak Mesûd dike ez bawer nakim fermandeyekî PDKê bow î bike.”

 

Tevî ku di hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê de YNKê wek hêza sêyem, piştî Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Gorran hat, lê YNK dixwaze ji hemû aliyan re diyar bike  ku ew xwedan hêzek leşkerî ye û ti kes, ji bilî YNKê,  dê nikarbe desthilatdariya wan hêzan bike. Rojevakurd/Rûdaw

Back to top button