Civak
Asayîşa Hewlêrê 2 birayên ku xwîşka xwe kuştibûn girt

Demek berya niha, li ser pirsgirêkeke civakî li qeza Mexmûrê, 2 birayan xwîşkeke xwe kuştin, îro jî asayîşa Hewlêrê girtina wan herdu tometbaran ragehand.
Rêvebariya Asayîşa Hewlêrê ragehand, 2 tometbar girtine ku xwîşka xwe kuştibûn.
Amaje bi wê jî daye, “Me bi fermana Dadwerê Lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê 2 tometbar ên binavê E.Ş.E. û C.Ş.E. girt, ku 4ê meha Nîsanê ya 2025, li qeza Mexmûrê li ser pirsgirêkeke civakî xwîşkeke xwe kuştibûn û piştî encamdana tawanê jî, bi mebesa xwe veşartinê reviyabûn Hewlêrê.”