CivakRojev

Artêşa Iraqê 23 çekdarên YBŞê li Şingalê girtin

Rewşa Şingalê duh êvarî ji ber êrîşeke çekdarên PKKê li ser artêşa Iraqê zêdetir aloz bû. Artêşa Iraqê jî 23 kes ji wan desteser kirin.

Jêderekî ewlehiyê ji K24ê re ragihand, artêşa Iraqê duh26.12.2020ê êvar 23 çekdarên ser bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) desteser kirin û dest danî ser 2 baregehên wan jî.

Herwaha heman çavkaniyê ragehand, “Hêzên ewlehiyê li dijî kesên li dijî yasayê ne, dest bi operasyoneke desteserkirinê kirin ku piraniya wan çekdar in û bi cil û bergên sivîlan xwepêşandanan dikin.

Sedema aloziyê:

Destpêkê, alîgirên PKKê û hejmarek çekdarên YBŞê li kolana sereke ya Şingalê weke nerazîbûnê kon vedan, lê ew hemû ji aliyê artêşê ve hatin rakirin.

Piştre hejmarek ji çekdarên PKKê bi cilûbergên sivîlan xwepêşandan kirin û bi keviran êrîşî ser artêşa Iraqê kirin. Ji ber wê jî, artêşa Iraqê 23 kes desteser kirin. Herwiha artêşa Iraqê hêzeke zêdetir jî şande Şingalê.

Li gor heman çavkaniyê ragehandiye û tekez kir, fermandarên hêzên PKKê li Şingalê ji bo berdana wan girtiyan, niha danûstandinê bi fermandarên Firqeya 20 û Lîwaya 15 ên artêşa Iraqê re dikin. Lê ew red dikin wan berdin, heta ku ji Şingalê dernekevin.

Back to top button