
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî ji salên 1960 an vir de, baca dîtinên xwe, fikir û ramanên xwe, nîrxandin û şîroveyên xwe dide. Mamoste Beşîkçî li gor bîr û baweriyên xwe, li gor têgihîştinên xwe, li gor pîvanên îlmê zanyarî weke mertalek zîndî wêneyên Rewşenbîrîyê bi desthilatdaran, bi dagirkeran, bi kemalîst û şagirtên wan dide nîşandin.
Mamoste Beşîkçî di salên 1970 de, di salên 1980 an de, di salên 1990 an jî ber fikir û ramanên, ji bo helwest û sekna xwe hatîye tawanbar kirin û di bin îşkenceyên giran de hatîye siza kirin. Bi salan di zîndanan de jiyana xwe domandiye û li hemberî dewleta dagirker û aligerên wê, tu carî serê xwe ne tewandî ye.
Mamoste Beşîkçî teklîf û bertîlên jê re hatîye kirin bi sekin û helwestên xwe paşve vegerandîye û weke kelemêkî asê û pola di dilê dijminê mirovahiyê de cîh girtiye.
Mamoste Beşîkçî bixwesta û serî li hemberî neyarên îlîm û mirovahiyê danîya, niha di civata tirk de weke bavê profesoran wê bihata qebûl kirin û naskirin. Beşîkçî bixwesta û îro jî bixwaze hemû welatên cîhanê wê wî bi germî pêşwazî bikirina û jiyanek bê êş û bê dert pêşkêş bikirina.
Di salên 1970 de dewleta Tirk mamoste Beşîkçî “anarşîst, bölücü, yıkıcı” tawanbar dikir. Çepgirên tirk, nivîskar û kemalîstên tirk li çavên mamoste û beşna wî nihêrîn digotin: “çavên wî şînê, zerikê û hêrs nabe, ew ne Tirkê, çêdibe ajanê Birîtanya be” ji pen a tirkan bigirin heta çep û rastên tirkan hemûyan bi hev re mamoste Beşîkçî îzole kirin, lê heqaret û neheqîyên mezin kirin. Ev 60 salê mamoste seknek bi rûmet nîşanî dost û dijminên xwe dide.
Di hemû deman de gava mamoste dîtin û nîrxandinên xwe îfade kirîye alîyek dijîtîya wî alîyekî jî piştgiriya wî kirîye. Her alî xwestiye mamoste pesnê wan bide û li gor berjewendîyên wan tevbigere. Gava rexne û pêşniyarên wî ne li gorî dilê wan bûye dijmînatîya mamoste kirine. Xwestine mamoste weke wan li ber deriyên desthilatdaran secde bike û bibe “têkoşerê şaşî û xeletîyên” wan. Bi hestên murîd û holîganîyê xwestine Îsmaîl Beşîkçî weke wan li çepikan bixe û di gola bijî bijîyê de avjenî bike.
Di pêvajoya rexne û pêşniyaran de hinek alî şîretan dikin, hinek alî gefan dixwin û karwanê dijîtîya mamoste mobîlîze dikin. Ya herî xirab ew kesên li ber bayê berjewendiyên kesayetî rojê di karîn li ber heft derîyan secde bikin, aqil didin mamoste û pîvanên xwe li ser ferz dikin. Ev kerîyê xizan û nezan ji bîr vê kirine ku mamoste Beşîkçî ev 60 salê li ber xwe dide û serê xwe natewîne!
Ew kesên ji bo berjewendiyên xwe, ji bo hest û dêrûnîya xwe ya nexweş partî û rêxistinên xwe perçe kirine, belav kirine, di jiyana xwe de tiştekî erênî li pey xwe nehiştine, her dem bi sîya xwe re şer kirine. Wêneyên hevaltî û dostaniyê li pey xwe nehiştine. Berhemên wan tenê fesadî û karê xirav kirinê ye. Ew kesên jîyana wan bi derewan derbasbûye îro rabûne bi xençera jahr êrîşî mamoste Beşîkçî dikin. Ev pêxasên li ber deriyên cahş û xayînan parsêkî dikin, li kolanên Ewropa bi perê sosyalê li dijî hevalên xwe, li dijî berjewendiyên netewî neyartîyê dikin îro rabûne mamoste Beşîkçî weke “sîxûrê” tirkan binav dikin. Dixwazin mamoste weke mirovekî tarî nisandidin. Gotinek gelêrî heye: Dibêjin keçelo navê min li navê te, ki ê min li serê te…
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî rewşenbîrek bi rûmet û rêzdare. Weke herkesî mafê wî heye rexne û pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bike. Rast an şaş herkes ji dîtin û hestên xwe, ji kiryar û helwestên xwe mesûle. Tu kes ne mecbûre weke hev bifire û binîrxîne. Lê divê li hemberê hev bi rêz û xwedî pîvan bin. Mafê tu kesî tune ye li yên hemberî xwe heqaret û neheqîyan bike. Fikrekî wê, dîtin û rastîyên we hebin bînin ziman, parve bikin, bila gel zanibe. Bi sîyaseta çavsorî û dijîtîyê hûn tu carî bi ser nakevin.
Dawîya stratejîyên dîktatorî û çavsorî ye her dem trajedî, malwêranî, xirabî û pûçkirina hişmendîyê hestên neteweyî ye. Di destê mamoste Beşîkçî de tenê fikir û raman, pirtûk û berhemên wî yên giranbiha heye. Dewleta tirk nikaribû mamoste Dîl bigire, hûn hêvî dikin bi mobîlîze kirina pêxwas û beradayên mamoste serê li ber şûrê we bi tewîne! Ez carek din bi tundî ew kesên li mamoste Beşîkçî heqaret û neheqî dikin şermezar dikim . Mamoste Îsmaîl Beşîkçî rûmet û serbilindîya doza netewî ya Kurdistanê ye. Tu hêz û erk nikare navê mamoste Beşîkçî ji rûpelên dîroka Kurdistanê derxe an jî reş bike. Cîhê xwe baş bizanibin hûnê di bin sîya mamoste de bi rizin!
Cano Amedî