Polîtîk

Armanca sereke ya PKKê pakijkirina rojavayê Kurdistanê ji Kurdan bû…!

Bûyerên rojavayê Kurdistanê bi temamî senaryok bû ku, çewe kurdan têkbibin û wan ji bîr û baweriyên netewî dûrbêxin. Dema rejima Esat de hêzên hukumeta Sûrî ji herêmên Kurdan xwe vekişandin û dewsa xwe wek “Yedê Emîn” bi biryara Tahran,Bexda û Şamê çekdarên PKKê li herêmê cihkirin.

Îro cardin çekdarên PKKê misyona xwe temam kirin û rojavayê Kurdistanê radestî hukumeta Şamê kirin.

PKK/HSD tu cara behsa mafên kurda yên rewa li rojavayê Kurdistanê nekirin û ev neanîn li ser zimanên xwe.

PKKê navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê qedexe kirin û bi sedan endamên PDKS/ENKSê girtin, kirin zîndanan de û kuştin.

Çekdarên PKKê li himber gelê kurd li rojava metodên terororist bi karanîn.

Berê xwe bidinê dema ku, bi biryara Ocalan HSDê rojavayê Kurdistanê radestî Şara kirî, berpirsên sereke yên vê tevgera “Terorist” çi dibêjin û çine:

“DYA dixwest li Sûriyeyê herêmeke mîna Bakurê Iraqê ava bike. PKKê ev yek asteng kir.”

(Hêlîn Ûmît (Endama Komîteya Navendî ya PKK)

“Xweseriya kevin bi dawî bû. Em ê di nav yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê de bi gelan re bi hev re bijîn.”

(Aldar Xelîl, Berdevkê HSD, Erebê Şîe)

“Ocalan yek ji faktorên sereke di peymana HDF-Şamê de bû.”

(Mîthat Sancar, Hevserokê Partiya DEM, Ereb)

“Rola Birêz Öcalan di peymana HSD-Sûriyeyê de girîng û biryardar bû.”

(Pervîn Buldan, nûnera daîmî ya Îmraliyê – Erebê Sunnî)

“Ez neviya Zekî Asûzî me.”
(Tûlay Hatîmoglu – Hevseroka Partiya DEM, Erebê Nusayrî)

Lê li himber vê xiyaneta ku li miletê Kurd hatî kirin, bi midaxeleya başûrê Kurdistanê,serok Barzanî û diplomasiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî plana Kurdistana Rojave ya têkbirina Kurdan xirakirin û hiştin ku cardin kurd li nasnama xwe ya netewî xwedî derkevin û li ser axa xwe bimînin. Di vê pêvajoyê de ev yek serkeftina herî mezin bû.

Ji aliyek din hat zanîn ku, PKK li gel serokê xwe rûxaye. PKK hêdî nikare xapandinê bike û kurda ji bîr û baweriyên netewî dûr bêxe.

Back to top button