Armanca serdana YNKê ya Enqere çiye
Di serokatiya Omer Fetah endamê mekteba siyasî ya YNKê de, heyetek ji YNKê serdana Enqere kir.
Ev serdana hanê li ser daxwaziya Tirkiye pêkhatiye. Tê zanin ku, Tirkiye ji bo ku YNK pişgiriya PKKê dike pêwendiyên xwe li gel YNKê sekinandibûn û heta demekî ji bo heman sedemê balefir ji Tirkiye nadiçûna balafirxaneya Silêmaniyê. Tirkiye gelek vekirî da xûyakirin ku, heta YNK li dijê PKKê helwestekî negire ew pêwendiyan li gel YNKê danaynin. Piştî vê helwesta Tirkiye gelek çûyin hatin di navbera berpirsên Tirkiye û YNKê de çêbûn.
Dixweyê ku YNK di navbera Tirkiye û PKKê de ketiye di nava guvaşekî de, YNK gelek zehmete ku li himber PKKê bibe xwedî helwest ji ber ku ev yek dikare bibe sedemek mezin ya parçebûna YNKê. Ji aliyek din YNK hêdî nikare siyasetek du rû û nehînî rêve bibe, mecbure helwestekî deynê holê.
Gelo heta niha di navbera Tirkiye û YNKê de gutobêj çewe çêbûne?
Gelek hevdîtin di navbera YNKê û rayadarên Tirkiye re çêbûn.
Di roja 5.6.2018ê: Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di preskonferenseke xwe de ragehand ku hin grûpên nava Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin.Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di pireskonferensa xwe ya li bajarî Antalyayê di bersiva pirsekê de li dor têkeliyên YNK bi PKKê re diyar kir ku hin grûpên nav YNKê piştgirya PKKê dikin û got: Bi saya piştgiriya wan li Silêmaniyê PKK daketiya nava bajêr jî.Wezîrê derve yê Tikiyeyê eşkere dike ku ew li Stenbolê digel berpirsekî YNKê civiyaye û bi vî awayî behsa civînê dike û dibêje: Wezîrê YNKê ji min re got: grûpeke biçûk ji partiya me ku, em jî li dijî wan in, piştgiriya PKKê dikin. Me (YNK) baca vê piştgiriya wan da. PKK telîmata dide rêbeviriya partiya me û niha jî gefan li me dike.
Di roja 7.7. 2018ê de: Mewlût Çavuşoglu di bernameyek ya televizyonê de bahsa siyaseta Tirkiye ya derve kir û di derbarê Kurdistana Başûr de gotinek balkêş got. Ev gotin ku ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyeve bê gotin girîngtir dibe.Çavuşoglu dibêje ku, piştî referandumê, bi daxwaza hinek welatan YNK û Tevgera Goran li dijî Barzanî li gel PKKê li hevhatin.Herweha di derbarê pêwendiyên YNKê û PKKê de Çavuşoglu got: Berpirsek yê YNKê ji min re got ku, PKK di nava YNKê de bûye xwedî desthilat. Niha jî di nava YNKê de ferman tiştan didin.Çavuşoglu dibêje ku, vî berpirsê YNKê gelek caran doza hevdîtina wî kirîbû. Çavuşoglu dibêje: di demên dawî de min li Stanbulê li gel vî berpirsê YNKê hevditinek kir. Wî berpirsê YNKê got ku, biryara YNKê ketiye destê PKKê de.Heta niha di vê derbarê de YNKê tu daxûyanî nedane. Herweha ev berpirsê YNKê kiye û YNK ji bo çi di vê derbarê de bê denge. Ya rast ewe ku YNK nave vî berpirsî eşkere bike û bersiva Çavuşoglu bide. Ev yek neyê kirin tiştên ku Çavuşoglu dibêje raste.Wek din pêwendiyên PKKê û YNKê têne zanin , lê heta niha ku PKKê di nava YNKê xwedî biryare nedihata zanîn.
Di roja 1.8.2018ê : Konsulusê Tirkiye yê li Hewlêr li gel berdevkê YNKê Sedî Pîre û heyeta li gel civînek dûvdirêj pêkanî.Konsulusê Tirkiye Hakan Karaçay û berdevkê YNKê Sedî Pîre civiyan û Pîre da xûyakirin ku, Pêwendiyên YNKê li gel Tirkiye pêwendiyên dîrokine û got: Pêwendîyên me ji bo pêşerojek ronahine û em dixwazin dostaniya xwe kûrtir bikin.Konsulusê Tirkiye jî da xûyakirin ku ew dixwazin pêwendiyê berûpêşve bibin.Pêwendiyên Tirkiye û YNKê berê jî hebûn. Lê sala 2017ê grubek ji nava YNKê de sozek dabû Tirkiye ku, hinek berpirsên PKKê teslimê wan bike. Ji bo vê operasyonê Tirkiye du endamên MITê rêkirin cihê ku berpirsên PKKê teslimê wan bikin. Cih li hevingeha Celal Talabani ya li Dukanê bû.Li himber vê yekê grubek din di nava YNKê de ev proje ji berpirsên PKKê re eşkere kirin û herdu endamên MITê teslimê PKKê kirin. Ji wê rojê pêde pêwendiyên herdu aliyan têkçûn. Lê YNKê bi rêya hinek kesayetan û taybetî yê wek rawêşkarê Erdogan Ilnur Çevik hewlda pêwendiyan cardin deynin. Di vê yekê de serneketin.Piştî hilbijartinên Tirkiye ev cara yekeme konsulusê Tirkiye li gel YNKê rûdinê û behsa pêwendiyan dikin. Lê rastî bazara di bin mase de nayê zanîn.
Di roja 22.11.2018ê: Yekêtiya Niştîmanya Kurdistanê (YNK) di bin zext û guvaştinên Tirkiyê de biryar daye dû endamên serkirdeyatiya xwe ceza bike. Wan her du endamên serokatiya YNKê beşdarî di kongreye bi navê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNN) de kirîbûn û di wê kongreyê de gotarek pêşkeş xwendibûn.
Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNN) ku ji aliyê PKKê ve hatiye damezirandin û kar û çalakiyên xwe di bin kontrola PKKê de encam dide, li rojên 26-28 oktobera borî li Holendayê hatibû li darxistin û endamên serokatiya YNKê Aras Ebdulla û Cebar Ferman beşdar bibûn.
Li gor zanyariyên gehşitîna Bergeh, hikumeta Tirkyeyê daxwaz ji YNKê kiriye helwesta xwe li hember PKKê û ka çima nûnerên wê beşdarî di kongreya KNN de kiriye zelel bikin.
Ev daxwaziya Tirkiye di civîna Mekteba Siyasî ya YNKÊ de hatiye rojevê û gotubêj li ser hatiye kirin. Her di civînê de biryar hatiye dayîn ku, herdu endamên serokatiyê yên tevlî kongreya KNNê bûyin bêne ceza kirin.
Hinek çavkaniyên zana di di karûbarên YNKÊ de didin xûyakirin ku, YNK pratikê de wan ceza nake. YNK tenê ji bo bersiva daxwaziya Tirkiye bide ev biryar girtiye û herdu enda karû barên xwe di nava YNKê de wek berê berdewam dikin.
Di roja 25.11.2018ê: Tirkiye dixwaze YNK devera ku desthilate çalakiyên PKKê qedexe bike ûrê nedê PKKê. Piştî gelek hevdîtina Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bona razîkirina Tirkiyê çalakiyên PKKê li devera ku di bin bandora xwe de qedexe dike.
Gelek cara YNKê hewldaye ku Enqere razî bike ku pêwendiyên baş deynin, lê ji aliyekî ve YNKê dixwest Tirkiye razî bike û ji aliyek din ve pêwendiyên stratejik li gel PKKê rêve dibiran. Heta radeyekî berpirsek yê YNKê di hevdînek li gel wezirê Derve yê Tirkiye de gotubû ku, biryara YNKê kestiye di destê PKKê de. Enqere hinek merc danine pêşiya YNKê , îro diexweyê YNKê wan mercan tîne cih.
YNKê di civînên nehînîde soz daye Tirkiye ku mercên wan bînin cih.Ji bo vê yekê cîgirê serokê hikûmetê û kurê Mam Celal, Qubad Talebanî biryar daye ku veca partî û dezgehên nêzîkî PKKê li devera Sêmaniyê û cihên wek devera kesk tê hesibandin, bên girtin û çalakiyên wan jî bên qedexekirin.
Ew fermana Qubad Talebanî dê di nav 24 saetan de pêk were û eger ew partî û dezgehên han di wê heyamê de çalakiyên xwe nedin sekinandin, dê bên cezakirin.
Yek ji wan partiyên siyasî yên ku bê mohlet li Silêmaniyê û devera Kesk kar dike, Tevgera Azadî ye ku tê gotin baskê PKKê yê Başûrê Kurdistanê ye.
Di roja 30.11.2018ê: Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu di serdana xwe ya 11.10.2018ê ya Bexdayê de civînek veşartî li gel Berhem Salih pêkanî û di wê civînê de kurê Celal Talabanî Bafil Talabanî û Lahor Cengî jî amade bûne û di encamê de rêkeftinek veşartî di navbera her du aliyan pêkhat û armanca wê rêkeftinê qedexekirina PKKê bû ye yên li navçeyên di bin desthilatiya YNKê de.
Li gor wê rêkeftinê 35 bingehên grubên ser bi PKKê ve yên li sînorê Silêmaniyê û Germiyan wê bêne girtin.