Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo karûbarên madeya 140 Rêbwar Talebanî, ragihand ku armanca artêşa Iraqê Erebkirina navçeyên Kurdistanê ye.
Serokê berê yê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Madeya 140 Rêbwar Talebanî, got ku hema hema hemû hikûmetên Iraqê bi zextan li cotkarên Kerkûkê dikin û hewl didin dest deynin ser zevîyên cotkarên Kurd.
Rêbwar Talebanî, diyar kir ku artêşa Iraqê bi zexta li ser cotkarên Kurd dixwaze ku herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bike Ereb û got: “Artêşa Iraqê dixwaze cotkarên Kurd ên li Kerkûkê lawaz bike. Dixwazin koçber bibin û axa wan dagîr bikin. Artêşa Iraqê dixwaze axa Kurdan bigire, Kerkûkê bike Ereb û bajêr bike nasnameyek ne Kurd”.
Talebanî diyar kir ku berî avakirina dewleta Iraqê axa Kerkûkê Kurdistan bû û got: “Hikûmet û artêşa Iraqê bi komkirina Erebên îthalatî bo Kerkûkê hewl didin demografîya bajêr biguherînin“.