Arîşeyên Hewlêr û Bexda hatin nirxandin
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selaheddîn li gel şanda aliyê Kurdistanî yên Bexda re civiya, ku li ser raspartina bi Serokayetiya Dr. Berhem Ehmed Saleh li rojên 20-23/10 serdana Bexdayê kiribûn û neh civînên têr û tije li gel hêzên siyasiyên Iraqê kiribûn.
Şandê bi hurî behsa naveroka civînan kir û Serok Barzanî ji bilî destxweşî kirina şandê, tekez kir, li Iraq kêşeyek tûne bi navê kêşeya Kurd û Ereb yan kêşeya Herêma Kurdistanê li gel Bexda, belku kêşeyekî kûr li Iraqê heye, ku kêşeya hukimraniye, eve jî kêşeyekî metirsîdare. Her wiha ragihand: Rewşa siyasî, aborî û emniya li Iraqê roj bi roj berev xerapî diçê û pêwîstî bi hewla dilsozaneya hemû aliyan heye û pêwîste hengavên ciddî ji bo çareserkirina vê qeyranê bikevin qonaxa kirdarê ve û li ser bingeha pabendbûn û rêzgirtina destûra bingehîna Iraqê û bi cîhkirina hemû bendên wê dûrî li întîqayiyet û peymana Hewlêrê ku jêder û nîşanderekî rasteqîneye ji bo dirustbûn û şer’iyeta Hikûmeta niha ya federal li Bexda.
Her wiha tekez kir ku divê piştî cejna qurbanê pêvajoya diyalogê dûbare destpêbike û hemû amadekariyekî pêwîst ji bo serkeftina vê diyalogê bête pêkanîn bi bêyî wê yekê ku menhecekî nû û mekanîzmekî çalak, ku wiha bike diyalog berev encamekî konkirîtî bibe û ragihand: Diyalog ji bo çareserkirina hemû gîr û giriftan rêyeke bi tenhaye û piştgîriya tevahiya xwe jî li hêwirkirina ragihandin û daxûyaniyên îstîfzazî kir, ku xizmetê bi tevgera diyalogê nake.