Polîtîk

Arinc: Kiliçdaroglu nizanê çi dibêje

Di derbarê pirsa Kurd de, arinc got: “ Sala 1989-ê, û sala 1999-ê CHP-ê di derbarê pirsa Kurd de du rapor amade kirin.Gelek tiştên baş di van raporan de hebûn, heta redeyekî ji bo çareseriya pirsa  kurd behsa federasyonê jî daihat kirin. Eger îro serokê CHP- van rapora pişt guhê xwe ve bavêje kesek jê bawer nake.”

Bulend Arinc, di berdewambûna axavtina xwe de got ku, Kemal Kiliçdaroglu  dibêje pirsa kurd pirsa aboriye. Arinc got: “ başe  pirsa nasnama wan, pirsa karanina zimanê kurdî, mafê kurdan yên ku bêne temsîl kirin û gelek pirsên din yên kurdan wê çewe bê çareserkirin? Kiliçdaroglu dibêje, ez niha behsa van pirsan nakim. Başe nexwe tu behsa çi dikî?“

Arinc beşek di axaftina xwe de behsa pirsa înqilabên leşkerî jî kir û di vê derbarê de got: “ Guhertinên destûrî ji bo her kesekî gelektir demokrasiye. Yê demokrasiyê bixwaze nabe li dijê pakêta guhertinê bisekine. Ji bo mirov dijê vê pakêtê helwestê deynê divê mirov alîgirê CHP-ê be. Hinek behriya rojên bûrî dikin. Dixwazin hêja înqilabên leşkerî çêbibin.Hêdî dema înqilabên leşkerî xilas bûye. Erkê leşkeran parastinina xaka niştimane. Vêca dem, dema desthilatên sivîlin. Lêşkerê ku berê tifenga xwe bide sivîlan kesek selamê nadiyê.“

Back to top button