Îran Israilê tehdît dike

Li gora nûçeya radyoya Çranê ya fermî, Îran bi mebesta arikariyê du gemî rêkirin herêma Gazayê. Wek tê zanîn ji berî niha Tirkiye hinek gemî rêkirîbûn û Israil rê neda wan gemiyan. 9 kesên di van gemiyan de hatin kuştin û gelek birîndar jî bûn. Hêj ev pirs di rojevê de tê gengeşe kirin. Îran niha du gemî rêkirine. Îran gelek baş dizane ku Israîl rê nade van gemiyan û wan bernade ku bikevin ava Israilê.

Herweha tê gotin ku di van gemiyan de endamên dezgehên istixbarata Îranê (Pasdar) hene. Niha çavên cîhanê li vê bûyerê ye.

Nêrînek

  1. Ne Israîl, Îsrael. Hûn wekî Ereb û Tirkan bikartînin. Lîsteya dûgelan bi Kurdî hatiye amadekirin û di Wîkîpediyaya Kurdî de heye.\r\n\r\nHinekê zehmetê bidin xwe û beriya ku nûcheyan bar bikin, wan bixwînin.\r\n\r\nRedaksiyona we xwe gelek sist kiriye. Berê ne wisa bûn, chi bû bi we? We jî xwe da riya Peyamnêr a Kurdînezan? Nabe hêjano..

Nerîna min :