Kouchner û Sarkozy pêşwazî Barzanî kirin
Îro 15.06.2010 li Qesra Elysee li Parisa paytexta Fransayê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Bernard Kouchner wezîrê derveyê Fransa û Nicolas Sarkozy serokomarê Fransayê ve hate pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de çendîn babetên pêwîst bi pêwendiyên herêma Kurdistan û Fransa û Iraq û Fransayê bi awayeke giştî hate guftugo kirin. Her wiha di vê hevdîtinê de ji bo pêşxistina pêwendiya her du aliyan çendîn biryar û peyman hate îmza kirin.
Tê çeverê kirin ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di çarçêweya serdana xwe ya fermî de sedana parlamento û çend wezaretan bike û dê digel çendîn berpirsên bilindên vî welatî hevdîtin û civînan pêk bîne.
Weke tê zanîn serokê herêma Kurdistanê doh bi serdaneke fermî li ser vexwandina hikûmeta farnsî gihiştiye Parîsê.