CîhanPolîtîk

Amerika YPG ji PKKê vediqetine

Wezîrê bergiriya Tirkiye Nurettin Canikli li Brukselê li gel wezirê bergiriya Amerika James Mattis hevdîtinek kir.Piştî hevdîtinê pentagon daxûyaniyek belav kir û got ku, em şerê Tirkiye yê li dijê terorê  de pişgiriya Tirkiye dikin. Lê îro divê em hemû bi hevre dereca yekem de şerê DAÎŞê bikin.Wezîrê bergiriya Tirkiye jî di derbarê vê hevdîtinê de daxûyaniyek di konferansek çapeniyê de da û got: Me ji Amerika daxwaz kiriye ku YPGê ji nav HSD derêxin.Herweha me daxwaz kiriye ku hemû arikariya didin PYD/YPG bibirin.Wezîrê Tirk da xûya kirin ku, YPG jî beşek ji PKKê ye û di vê derbarê de, me gelek belge danine pêşiya Amerika.Axavtina xwe de Canikli got: Di axavtina Mattis de ez têgiham ku ew dixwazin PYD/YPG ji PKKê cuda bikin ku ew hêdî ji bo Tirkiye ne tehdîtek bin. Heta Amerika dikare welê çêbikê ku,YPGê li dijê PKKê şer bike.

Back to top button