CîhanRojev

Amerîka: Me li Tengava Hurmizê dest bi paqijkirina mayînan kir

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxûyakirin ku wan li Tengava Hurmizê dest bi paqijkirina mayînan kiriye.

CENTCOMê eşkere kir ku îro du keştiyên şer ên Amerîkayê li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Armanca sereke ya vê operasyonê ew e ku tengav ji mayînên deryayî were paqijkirin.

Ev mayîn berê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatibûn danîn.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper li ser operasyonê daxuyanî da.

Cooper diyar kir ku wan dest bi vekirina rêyeke nû kiriye û got:

“Em dê di demeke nêzîk de vê rêya ewle bi pîşesaziya deryayî re parve bikin da ku çûn û hatina bazirganiyê ya azad were teşwîqkirin.”

Back to top button