Artêşa Amerîkayê ragihand ku, li rojhilatê Dêrezorê ew deverên ku bingehên pasdarên Îranê lê hene hatine bombebaran kirin.
Artêşa Amerika îro serê sibehê êrîşek azmanî bir ser hinek bingehên milîsên Îranê li Dvera Dêrezorê.
Tê zanîn ku 15ê Tebaxê bi dironekî îrîşê bingehek Amerikî hatibî kirin. Amerika daxûyaniya xwe dibêje ku, ev êrîşa azmanî bersiva wê êrîşa milîsên Îranê ye.
Berdevkê Fermandariyê Kolonel Joe Buccino di daxuyaniye de got: “Êrîşên îro ji bo parastina personelên Amerîkî pêwîst bû.
Herweha tekez kir ku ev êrîş ji bo bersiva êrîşa 15ê Tebaxê ya ku hêzên Amerîkî kiribû armanc hatiye kirin.