
Serokê herêma Kurdistanê ji bo rewşa li Iraqê û çareseriya vê rewşa metirsiyar peyamek belav kir.
Peyama Serokê herêma Kurdistanê:
Gelek bi baldarî û dilgiraniyê ve li pêşhatên siyasiyên Iraqê dinêrîn ku heta diçe ber bi berbelavî û zêdetir kûrtirbûna qeyranan û dûrketina ji hêviyên çareseriyê da diçin. Rewş wiha mijûle paşeroja welat û aştiya civakî dixe metirsiyeke ciddî û bi giştî proseya siyasî û hukimranî û sazî û damezraweyan pûçel dike.
Xwepêşandanên medeniyên aştiyane, mafeke rewa û destûrî parastiye, lê belê pûçkirina sazî û damezraweyên dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê daxwazê ji hemû aliyan û li xwepêşanderan dikîn damezraweyan û aştiya civakî biparêzin û li tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin. Welat êdî nikare xwe li hember wan hemû qeyranên dijwar û bargirjiyê û aloziyên zêdetirê berdewam rabigre, dawiyê jî bi ziyana tevahiya gelê Iraqê de temam dibe.
Em wekî Herêma Kurdistanê careke din tekez li wê yekê dikîn ku wekî herdem beşekîn ji çareseriyê û hemû hawkariyek ji bo hevdû têgihiştin û pêkhatina aliyên Iraqiyan dikîn. Welat pêwîstî bi guftûgoyekî ciddî ya niştimanî û berpirsiyaraneya aliyên siyasiyane ji bo peydakirina çareseriyê li ser bingeha destûrê, her ewe jî take rêya diruste ji bo derketina ji qeyran û binbestên siyasî û gihandina welat bi kenarên aramiyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê