Cîhan

Amerîka: Em hêvî dikin ku hikûmeta nû li Kurdistanê bi lêz bê pêkanîn

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pîrozbayî li xelkê Kurdistanê kir. Herweha wezereta Derve ya Amerikê daxwaz ji aliyên siyasî kir kuji bo pêkanîna Hukumeta Kurdistanê lezê bikin.Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di konfranseke rojnamevanî de li ser birêveçûna hilbijartinên parlamnetoyê li Herêma Kurdistanê axivî û pîrozbayî li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.Heather Nauert ragihand, em pîrozbayî li xelkê Herêma Kurdistanê dikin, ji ber beşdariya wan du hilbijartinên 30ê Îlonê de. Dengdan beşeke girin e ji bo civakên demokrat.Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha da xuyakirin, ew li benda ragihandina encamên hilbijartinên Herêma Kurdistanê dikin, ku hêj bi fermî ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve nehtaiye ragihandin.Heather Nauert diyar kir, ku ew hêvî dikin pêkanîna bilez a hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê pîkwerê.  

Back to top button