Nûnerê taybet ê Amerîkayê li Iraqê Savaya di posteke X de nivîsand: “Ez li bendê me ku di demek nêzîk de serdana Iraqê bikim û bi rêberên wê yên sereke re bicivim.”
Savaya got: “Iraqê di sê salên borî de pêşketineke girîng bi dest xistiye û em hêvî dikin ku di mehên pêş de jî wê pêşketinê bibînin. Em pêvajoya avakirina hikûmeteke nû bi baldarî dişopînin. Bila eşkere be ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê tu destwerdaneke ji derve di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de qebûl neke û rê ji nade.”
Ev peyama xurt di demekê de tê ku partiyên siyasî yên Iraqê hewl didin kabîneyeke nû ava bikin piştî dengdana 11ê Cotmehê ji bo hilbijartina 329 endamên parlementoya federal.


