CivakRojev

Amadekariyên serdana Papa ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê xistin rû

Piştî nîvroya îro sêşem 02.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Nizar El Xeyrulla Birîkarê Pêşketiyê Wezareta Derveya Iraqê, Serokê Lîjneya Bilinda Amadekariyên serdana Papayê Pîroz ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rêzdar bi kurtî di derbarê amadekariyan û bernameya serdanê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên Hikûmeta Federaliya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir ku hemû rêkar û rêwşiwên wekî çawa li gel aliyên Vatîkanê planê ji bo wê danîne, li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine amade kirin û her du alî li hemahengî û peywendiyên berdewamdane.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Papayê Pîroz ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi dîrokî da zanîn ku dengvedanekî cîhanî dibê, her wiha pesn û destxweşiyê pêşkêşî rêzdar û hevkarî û hemahengiya her du tîmên amadekarên serdanê li Hewlêr û Bexdayê kir.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser peyam û girîngiya serdana Papayê Pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê ku dergehekî berfirehê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê da vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhatane, derfeteke jî ji bo kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina di navbera hemû pêkhatan.

Back to top button