Dosya

Amaceke çareseriyê ji bo pirsa kurd li bakûrê Kurdistanê li ba HDPê tune

Zeynelabidîn Zinar li ser rewşa Tirkiyeyê ya piştî hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê û bandora encama hilbijartinan li ser pirsa kurd li Bkaurê Kurdistanê, bi vî awayê li jêr bersiva pirsên Rojevakurd dide: Pirs: Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?Bersiv: Ez du hefte berî Hilbijartina 24ê Hezîranê hatim Tirkiyê.  Min baş dizanibû ku wê hem AK Partî û hem jî Erdogan, serketinê bi dest bixin. Ji ber ku du sal berê dema guhertina Zagonê, piraniya hemwelatiyan erê kiribû. Xelk niha jî li wê erêniya xwe xwedî derket.Lê berî hilbijartinê pir kesên dijber digotin ku ”Eger Erdoganî bi hîle serkeftin bi dest bixe, wê şerê navxwe dest pê bike.”Ev jî xwexapandin bû. Lê haya kesên wisa, ji çanda xelkê Tirkiyê yê pirnijad tune ye.Pirs: Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?Bersiv: Encama Hilbijartinê ji Kurdan zêdetir, wê bandoreke erênî li Erdogan û li partiya wî bike. Bêguman wê sistema Tirkiyê ya Kemalîst bi temamî bête guhertin û li şûnê wê sistemeke federalî cih bigire.Jimara xelkên cuda yên ku li Tirkiyê dijîn, li dora 38-40 birrên cuda ye. Van kesan ji 1925 hetanî 2007an, êşên mezin ji destên Sîstema Kemalistiyê kişandine. Ew êş nayên jibîrkirin. Bi gotineke dî ger bibêjim, van xalkan bê xwîn şoreşeke mezin bi cih anî û tê de jî bi serketin. Ev sîstema nû, wê guhertinên pir mezin derxîne holê. Herweha wê Neteweyê Kurd jî, para xwe di nava sînorên Tirkiyê de jê werbigire.Pirs: Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?Bersiv: Na, ji ber ku amaceke çareseriyê ji bo çareserkirina Pirsa Neteweyê Kurd û bakûrê Kurdistanê li ba HDPê tune. Ji ber ku piraniya parlemanên wê, tirkperestên çepgir in. Ji despêka Komarê heta niha, çepgir û komunîstên Tirkiyê, Kurd bi navê sosyalîstî û komunîstiyê dixpandin û haya Kurdan jê çênedibû. Nimûneyên vê rastiyê, bi sedan hene.Ya herî girîng ev e ku li Tirkiyê eger meriv li çareserkirina Pirsa Kurd bigere, divê meriv xwe bigehîne hikûmetê û bi partiya desthelat re danûstendin bike. Yanena, meriv dema zêrîn li xwe wenda dike.Tirsa mezin ev e ku eger hat û nîqaşek li Parlemana Tirkiyê desr pê bike, wê piraniya parlemanên wê, li dij derkevin.Pr. Qedrî Yildirim di axaftineka xwe de eyni weha gotiye: ”Min çend car pişniyar kir ku HDP Konseya Zimanê Kurdî avabike, lê nekir.”Hêvîdar im her kes li şaşiyên xwe varqile û vegere ser riya rast. Her şad û bextewer bin… 30/ 06/ 2018Zeynelabidin Zinar

Back to top button