Dosya

HDP bi serê xwe nikare pirsa kurd çareser bike

Şerefxan Cizîrî bersiva pirsên Rojevakurd dide Rojevakurd: Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?Şerefxan Cizîrî: Encamen hilbijartinê ne li gora realîta Kurdan encam dan. Ji gelek aliyan de Kurdan di vê hilbijartinê de gelek nirx winda kirin. Temsîliyeke Kurdistanî peknehat. Partiya ku li ser navê Kurdan gelek gotin dikirin, projeke ji bona çareseriya pirsa kurdî peşkeş nekir. Tenê li ser maxduriyeta namzetê xwe yê serok komariyê kampanya xwe meşandin. Namzetê serok komariyê jî bi zelalî pirsa kurdan neparast. Him partî û him jî namzetê serok komariyê bi zimanê şildimbildim diaxivîn. Dengên wana li bajarên Kurdistane kêm bûn. Di gotar û fikrên wana de tama Kurdîtiyê tune bû.Gelek tişt gotin lê tiştekî bi rêk u pêk jî negotin… Ji aliyê pirsa kurdan de em tev ketin û tev rabûn. Ango me tiştekî birêkûpêk bidestnexist.Gelek Kurdan dengê xwe dan partiya desthilatdar. Hina jî li Kurdistanê hişmendiyeke netewî baş pêş de neçûye. Kurd hina jî hêviyan ji partiyên dagîrker dikin. Em dizanin ku dengê partiya nejatperest jî li Kurdistanê zede bûn. Dîsa kesên ku keda wana di tevgera Kurdan de zêde tûnebûn, bûn parlamenter. Ango keda gelek mirovên Kurd hate dizîn.Rastiyeke din jî heye; Partiya desthilatdar civaka Tirkan li gora xwe format kiriye. Partiya desthilatdar tansiyona miletê Tirk baş fêrbûye. Li gora daxwazên wana li defê dixine. Di helwesta wana de mirov hinek oldarî, hinek nasyonalîzim, hinek kultura dagîrkeriyê, hinek berjeweniya şexsî, hinek xeyalperestiya Osmanî, hinek otorîterbûn, hinek kultura Tirkîtiyê bi hevdu re dibîne. Ji wan fikir û helwestan şorbayeke çekirîne, di taştê û firavînê wê şorbeyê servîs dikin. Xuyaye ku civaka Tirkan jî ji vê şorbeyê bahwer kiriye. Birastî ez ne li bendî wî encamî bûm.Rojevakurd: Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?Şerefxan Cizîrî: Encamê ku derketiye holê pirsa Kurdan aloztir dike. Ji nêvî bêtir dengderên Kurdan dengê xwe didin partiyên dagîrkeran. Di encama şerê 40 salî de, piştî bi milyona koçber, cangorî, valakirina bi hezaran gundan, wêrankirina bajaran, asmîlasyoneke dijwar, hîna jî Kurd dengê xwe didin partiyên dagîrkeran! Ev problemek gelek mezine li pêşberî civaka Kurdan. Kurd hîna jî nebûne netew ji bona xwe.Di vî warî de divê tevgera netewî – demokrat bi xebat û programeke demdirêj, bi projeyên hevbeşbûna civaka Kurdan, bi rêbazên hemdemî çareseriyên mayîn de biafirîne. Ya ne li peşiya Kurdan çoleke siyasî heye. Em hemû jî ji ber vê rewşê berpirsyarin û divê em xwe li gora wan rastiyen civakî û siyasî jinûvde birexistin bikin, dev ji helwestên xapînok û bêwate berdin, di hemû waran de exlaqeke kurdewarî derxînin pêşberî civaka Kurdan.Rojevakurd: Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?Şerefxan Cirzîrî: Bi serê xwe HDP nikare vê rolê bileyize. Divê siyaseta Kurdan bi hemû şax û perê xwe vê beriya her tiştî hevbeş bibe. Tevgera Netewî-Demokrat divê bibe navendeke siyasî û bixwaze hemû siyasetên Kurdan hevbeş bike, wana bike aktoreke siyasî, hest û ramanên netewî derxine pêş û tevgera Kurdan ji perçebûnên bêwate rizgar bike. Weke ku tê zanîn girseyîya HDP mirovên Kurd in, hest û ramanên wana kurdî ne lê mixabin projeya wana ji bona pirsa Kurdistanê ne zelale. Serokatiya wana û pewendiyên wana bi PKK re bi problem e. Divê em Kurd alîkariya hevdu bikin ku projeya ji bona Kurdistanê zelal bibe. Divê em karibin modelên siyasî yên hevbeş bi hevdu re pêş de bibin. Di vê hevbeşbûna de hilbet cihê HDP jî heye.

Back to top button