Cîhan

Almanya û Fransa daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku, terka Îranê bikin

Şerê navbera Êsrail, Îran û hevalbendên wê wek Hizbullah, Hemmas û Husiyên Yemenê de berdewam dike. Piştî êrîş a Îranê ya bi fûzeyan li ser Îsraêl, niha jê herkes li hêviyayê ku, Îsraîl bersiva Îranê bide û bi awayekî êrîşê Îranê bike.

 Fransa û Almanyayê daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku, lez û bez ji Îranê derkevin.

Balyozxaneya Fransayê ya Tehranê diyar kir ku divê welatiyên Fransayê yên ku li Îranê dimînin ji ber nexweşiya ku li Rojhilata Navîn heyî ji Îranê ji bo demekî derkevin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku rewşa tevahiya herêmê (Rojhilata Navîn) gelekî aloz e û bangî welatiyên xwe kir ku ji Îranê derkevin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê bi tûndî şermezar kir.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzi Halevi diyar ku ew dê bersivê bidin êrişa mûşekî ya Îranê.

Halevi diyar kiribû ku hêzên wan dikarin li Rojhilata Navîn êrişên mezin li dijî Îranê pêk bînin.

Herzi Halevi hişyarî dabû Îranê û dabû zanîn ku dê dijmin bersivê bibînin.

Back to top button