Cîhan
Almanya 25 milyon Euro alîkarî dide tirkiyê
Wezareta Derveya Almanya ragihand ku 25 milyon Euro ji bo alîkarîkirina koçeberên ji Idlibê reviyayî radestî Heyva Sora tirkî dikin.
Peyvdarê Wezareta Derveyê Almanya ragihand ku Angela Merkel Şêwirmenda Almanya li 24ê vê mehê de serdana xwe ya Stenbolê û li gel Erdogan de ragihandibû ku ew dê alîkariya koçberên ji Idlibê reviyayî bikin. Piştî vê daxuyaniyê jî biryar hatiye dayîn ku 25 milyon Euro radestî Heyva Sora tirkî bikin.