CivakRojev

Alîkariya Holanda ji bo hêzên pêşmerge berdewam e

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Serokerkan Îsa Uzêr li gel Şêwirmendê Serbazî yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Siyasî yê li Konsulxaneya Holandayê ya li Hewlêrê civîyan. Di civînê de li ser birêveçûna proseya çaksaziyê ya li rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û rola şêwirmendên Holandayê hat sekinandin.

Serokerkan Îsa Uzêr ji bo havkariya Holanda spasiya erk û karên şêwirmendên Holandayê kir.

Serokerkanê Kurdistanê da xûyakirin ku, ji aliyê fermandariyê ve, kontrolkirin û damezrandina du firqeyên serbazî ji bo hêzên Pêşmerge, şêwirmendên hevpeymanan rola wan heye.

Di civînê de behsa serdana şanda Wezareta Pêşmerge bo welatên Brîtanya û Amerîkayê hat kirin, civîn û hevdîtinên şanda wezaretê ligel fermandarên serbazî yên herdu welatan hatin gotûbêjkirin û bi girîng hatin dîtin.

Herwiha rola Brîtanya, Amerîka û Holandayê di alîkarîkirina hêzên Pêşmerge de bilind hat nirxandin.

Back to top button