
Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya birêz Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.
Li hevdîtinê de her du aliyan di derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hemahengî û karê hevbeşiya di navbera wan ya ji bo derbasbûna ji wê girêya siyasî kirin
Her li vê hevdîtinê de di derbarê bi qeyrana siyasiya Iraqê de, her du alî wê yekê dûpat kirin ku her destpêşxerî û hengaveke nû pêwîste bi rêya baştirkirina rewşa siyasî ya li Iraqê û dawî hatina qeyrana siyasî bê.
Di derbarê hilbijartina pêşwext ya Encûmena Nûneran her du alî li ser ewe hevrabûn ku encamdana hilbijartina pêşwexte hengaveke başe bi mercek ku hemû aliyek pêgirî bi encamên wê bikin.