Civak

Alîgirên PKKê agir berdan avahiya Ak-Partiyê

Li Bakurê Kurdistanê hevalbendên PKKê rêya nevbera Varto(Gimgim) û Karliova(Kanîreş) girtîbûn û nahiştan çûyin hatin çebibe û kontrola otomobilên rê de diçûya dikirin.

Di encam de lêşkeran midexelê kir û rê vekirin. Dema ku rê hate vekirin 7 kes birîndar bûn. Piştre ji xwepêşendaran rûya ketina Gimgimê girtin û avahiya AK-Partiyê li Gimgimê şewitandin.

Herweha li ser rêya navbera Gimgim û Kanîreşê jî hinek otomobil û tanker ji aliyê xepêşenderan ve hatin şewitandin.

Wek tê  zanîn ji berî niha li Licê aligirên PKKê heykelê Mahsun Korkmaz danîbûn. Lê leşkeran heykel anin xwarê. Di vê bûyerê de jî kuştin çûbû.

Niha Ocalan û dewlet peyamên herî erênî ji bo pêvajoyê didin. Gelo ev bûyer ji bo çine? Herweha armanca bûyera jî nayê zanîn.

Back to top button