Derdê Kurdan Kurdistana yê van çiye
Piştî ku rewşa devera Şingal û Zummar têk çû û bi sedan Kurdên Êzdî bi destê çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin, bi awayekî berçav şervanên PKK û YPG’ê ji Rojava ve ber bi navçeya Rebîe û derdora Şingalê pêşketin û li ser çiyayê Şingalê jî çend yekeyên cuda bicîh kirin.
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji BasNewsê re got: ‘’Şervanên PKK û YPG’ê bi awayekî li çiyayê Şingalê bicîh bûne ku ji çend yekeyên cuda pêk tên, qet nêta wan nîne ku binkeyên xwe yên li çiyayê Şingalê vala bikin û hewl didin li wir kantona Şingalê damezrînin.’‘
Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Di van rojan de piştî rizgarkirina koçber û derbiderên serê çiyayê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve; Berpirsê Malbenda Mûsilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Helo Pênciwênî ligel şandekê serdana Rojavayê Kurdistanê û quntara çiyayê Qendîl kirin û heta ser sînorê Başûrê Kurdistanê ligel şervanên PKK û YPG’ê hatin.’‘
Li gor çavkaniya BasNewsê, di civîna berpirsên YNK’ê ya ligel Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik de, tekez li ser damezrandina kantona Şingalê û bicîhkirina hêzên PKK’ê li çiyayê Şingal, navçeyên Rebîe û Zummar hatiye kirin.
Derbarê helwêsta serkirdeyên din ên PKK’ê li ser bicîhkirina hêzeke PKK’ê li devera Şingalê û herwiha hatina hêzeke din bo Xaneqîn, wê çavkaniyê got: ‘’Hinek ji serkirdeyên PKK’ê tevlî civîna berpirsên YNK û Cemîl Bayik nebûne û bi awayekî nîgeraniya xwe anîne ziman ku nakokî ketiye navbera Murat Karayilan û Cemîl Bayik.’
Nûwar Feqê /BasNews