Civak

Terorîstên DAÎŞ mezarekê pîrozê kakeyîyan teqand

Destê çekdarên rêxistina terorîstiya bi navê DAÎŞ gihişte mezarên pîrozên kurdên kakeyî û îro li devera Nemrud mezarekê mezin yê kakeyîyan ji aliyê terorîstan ve taqandin.

Li gor hatiye ragehandin, li gundê Tulebend yê ser bi nahiyeya Nemrud li qezaya Hemdaniye, îro çekdarên DAÎŞ mezarê kakeyîyan yê bi navê  Baba-Yadgar teqand.

Mezarê Baba-Yadgar yek ji mezarên giring û pîrozên kakeyîyan e.

Kakeyî jî weke, êzidî, masîhî û şebekan bûn armanca terorîstan. Li gor hin çavkaniyan kastiyên ola kakeyîyan bi nameke fermî daxwaz ji serokê Kurdistanê kiriye û çek bi gêncên wan bidin da li dijî çekdarên terorîst bikarin xwe biparêz in.

Back to top button