Polîtîk

Ala Tirkî nirxê me yê hevbeş e

Serokê Bajarvaniya Diyarbekirê Osman Baydemîr  bersiva daxuyaniya Erdogan da.

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan, di nirxandina peyama Ocalan ya li Newroza Diyarbekir de tunebûna Ala Tirkî di qada Newrozê de rêxne kirîbû û gotibû: Ez tunebûna Ala Tirkî di Newroza Diyarbekirê de kêmasiyek mezin dibînim û ev yek bi peyama Ocalan re nagunce. Ev wek pravakasyoneki ye.

Rojnemevana di derbarê tunebûna Ala Tirkî di qada Newrozê de û rexneya ku Erdogan kirî ji Osman Baydemir dîtinên wî pirsîn.

Baydemir rexneya Erdogan di cihê xwe de dît û di vê derbarê de got: Ez bawerim serokwezîr  Newrozê wek coşek hevbeş dibîne. Ji bo vê ev yek gotiye. Ez hêvî dikim pêvajoya çareseriyê berbi pêşve herê û em di Newrozan de nirxên hemû cografya Rojhilata Navîn bibînin. Tu kes di nava gelê Kurd de ne dijê nirxên Tirkan e. Ev daxwaziye Erdogan gelekî girîng e.Ez vê yekê wek daxwaziyek me ya hevbeş dinirxînim.

Baydemir di direjahiya peyva xwe de got: Ez behsa Ala Tirkî dikim hun ji kijan kurdekî bipirsên ew vê Alê wek nirxek hevbeş dibîne.

Back to top button