Akşener dîsa vegeriya cihê xwe

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener dîsa vegera li ser maseya 6 kolî û pêşniyara Yavaş û Îmamoglu kir ku bibin cîgirên serok. Serokê 6 partiya li nawenda Partiya Saadetê kom bûn û biryare piştê kombûnê daxûyaniyekî bidin. Bi hezaran hemwelatî li ber avahiya Partiya Saadetê kom bûne û hêviya daxûyanîyê ne.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ku li dijî namzediya Kiliçdaroglu derketî û Maseya 6 kolî terikandî, piştî hevdîtina bi Yavaş û Îmamoglu re cardin vegeriya Tifaqa Millet. Akşener ji bo 2 şaredariyên bajarê mezin banga namzetiyê kirî bû lê tu bersiv negirtîbû. Akşener xwest her du nav jî vê carê bibin cîgirên serok.

Piştî geşedanan Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu daxûyaniyek da çapemeniyê û got:,”Seroka me Meral Akşener û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hevdîtinek pêk anîn. Akşener pêşniyar kir ku  Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş bibin cîgirên serokkomarê ku bête hilbijartin. Akşener dê beşdarî civîna Tifaqa Millet bibe.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: