Wek tê zanîn, ji ber beşdarîya serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek keçên Kurd û Îranî li zanîngehan hatibûn jehirdan û bi jehrî ketibûn.  Li ser vê yekê, Wezîrê Perwerdeyê lêborîna xwe xwestibû.

Rêberê Îranê Alî Xaminey, di derbarê bûyerên jehrîkirina keçên li dibistanan daxuyanîyek da. Xamineyî ferman da ku “bûyer bi cidî bê girtin û sûcdar bi cezayên herî giran bên cezakirin”.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Mêhr Newsê, Xamineyî di axavtina xwe de behsa jehirdana xwendekarên keç kiriye û gotiye ku ev yek li seranserî welêt bûye sedema nîgeranîyan”.

Xaminey got, “Rayedar li ser mijarê dixebitin, ez vê yekê dizanim. Divê li gor girîngîya bûyerê bi awayekî cidî li ser mijarê bisekinin.”

Xaminey bal kişand ser îhtîmala ku tiliya şebekeyek tawankarî yan jî pêkhateyek rêxistinî tê de hebe û diyar kir ku “tawana ku di nav civakê de dibe sedema nîgeranî û tirsê, nayê qebûlkirin”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: