AKP:258 CHP:132 MHP:80 HDP: 80
Hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbûyîn li Tirkiye pêvajoyek nûjen ya siyasî anî hole.Çar partîyan baraja ji % 10 derbas kirin û ketin parlementoyê. Tu partî bi sere xwe nikarin hukumetê ava bike. Di vê rewşê de du alternatîf derdikevin hole. Yan koalisyunek di nava hinek partiyan de çêdibe û hukumet ek şirîkatî rtê avakirin, yan jî di 45 rojan de hukumet neyê avakirin bi biryara serokkomar cardin hilbijartinên avartê çêdibe.Jib o vê yekê jî piştê encamên fermî bê ragihandin û parlemento bicive , pirsa hukumetê jî dikeve rojevê. Gelek ihtimal hene :1. AKP û CHP2. CHP, MHP, BDP3. AKP, MHP4. AKP, HDPLê ihtimala AKP û beşek ji HDPê jî hukumetekî pêkbînin dikare bikeve rojevê.Di encamp de projeya ku destûrek nû bû çêkirin gelekî zehmete û herweha Sistema serokatiyê ku AKPê dixwest ava bike ji hole rabû.Di van hilbijartinan de AKP û CHPê winda kir, MHP û HDP serketin.Ji 14 bajarên Kurdistanê de HDP bû partiya yekem û dengek pir zêde bi dest xist. AKP bi yek carî li herêmêm Kurdistanê de winda kir.Hakarî, Wan, Bitlis, Agrî, Muş, Diyarbekir, Dersim, Batman Sêrt, Şirbek, Mêrdîn, Aradhan , Kars û Igdirê HDP bû partiya yekem û dengên xwe rêjeyek berbiçav zêde kir.Li Erzorum,Erzîncan,Sivas,Malatya, Bingo, Elezîzî,AdiyamanRuha, Entab, Kilis û mereşê jî AKP bû partiya yekem.Rêjeya dengdanê gelek bilind bû. Ji seda 86.5 xelk çûn ser sendoqa û dengê xwe da. 46,131,968 deng hatine avêtin.Di parlementoyê de: AKP : 258, CHP: 132 MHP: 80 HDP: 80 kursî dest xistine.