AKP dixwaze xwe ji MHPê xilas bike û berê xwe bide HDPê?

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji nihave senaryoyên hilbijartinên parlementoyê û serokkomariya tirkiye têne çêkirin. Gelek rapirsînên cuda pêktînin hinekan ji van eşkere dikin lê hinek jî weşartîne. Taybetî partiyên siyasî encama rapirsînên didin çêkirin eşkere nakin, lê stratejiya xwe ji bo encamên destve tînin çêdikin.

Baweriyek mezin heye ku, dawiya desthilata AKPê û Erdogan nêzik dibe. Bedil jî li gora aliyên îdia dikin ku dawiya Erdogan e, desthilata CHP, IYI Parti yê ye. Herweha idiayek heye ku CHP li gel HDPê jî tifaqek nehînî pêktîne. Ji ber ku şirîkê CHPê IYI Parti naxwaze bi tu awayî Tifaqa Millet nêzikî HDPê bibe. Ji derve pişgiriyê bide wan IYI partî deng nake û vê yekê wek pirsekî di navbera CHPê û HDPê de dinirxîne. Tişta ku di hilbijartinên şeredariya de li bajarên Tirkiye çêbûyî, dixwazin heman planê pêkbînin. Lê hêja helwesta HDPê ne zelal e. 

Lê ji aliyek din kesek nizane di gava dawî de Erdogan çi hemleyan bike. Nivîskarê rojnama Cumhuriyetê Tuncay Mollaveisoğlu, di nivîseka xwe de dibêje ku, AKP benda hilbijartina datêxe %7. Lê ev yek ji bo HDPê kiriye,AKP dixwaze ji MHPê Xilas bibe û li gel HDPê hevkariyekî pêkbîne. Di vê derbarê de Tuncay Mollaveisoğlu dibêje: AKP xwe ji hilbijartinekî bê MHPê re amade dike.Benda hilbijartinê datêxe % 7, bi vê yekê dixwaze MHP bikeve parlementoyê û bêje MHPê ev şirîkatî jî dawî dibe. Bi vê yekê mesajekî dide HDPê û destê hevkariyê dirêjê HDPê dike. Ihtimala ji berî hilbijartina efuyek giştî derkeve heye, herweha gelek gavên din dikare bê avêtin..

Li Tirkiye hilbijartin sala 2023ê de têne darxistin. Lê gotubêjin hê ji nihave têne kirin xûyaye ku dê hilbijartina pêşve bidin. Ihtimala mezin behsa Oktobera 2022ê tê kirin. Lê tê Zanin ku AKP li gora rapirsînên têne kirin dengê xwe kêm dike û dengên muxalefetê zê de dibin. Vê yekê metirsiyek Erdogan re peyda kiriye û ji bo vê jî di nava hewldana de ye. Herweha kerta Ocalan jî di destê Erdogan de heye. Dê kengê û çewe vê kertê bi karbîne nayê zanîn. Lê heta wek vê gavê jî Erdogan kerta Ocalan ji bo xwe wek demanekî dibîne.

Ji aliyek din CHP pirsa kurdî de ji qalibê xwe yê berê dixwaze derkeve û cardin di nava Kurdan de bibe xwediyê hêzekî. Heyetên CHPê li bajarên bakurê Kurdistanê digerin li deverên wek Diyarbekir hinek çalakiyan li dartêxin. Herî dawî serdana heyetek a bilind a CHPê ya  başûrê Kurdistanê û daxûyaniyên dayîn bû cihê gotubêjên berfireh. Gelek nirxandinên cuda hatin kirin. Lê CHP jî baş dizane ku, serdana wan a başûrê Kurdistanê dê bandorek erênî di nava kurdên bakur de bike. Ev tê wateya CHP berê xwe dayê dengê kurda. 

Ji aliyek din ve , CHP hêdî hinek avantajên AKPê ji destê wan dertêxe. Tê zanîn ku CHP di siyaseta derve de eger hinek rexne li hukumeta Erdogan bikiran jî, lê di encam de bi navê siyaseta netewî pişgiriya siyaseta wana derve dikira. Bi serdana başûrê Kurdistanê peyamek bû ku CHP siyaseta derve de jî hewldanên xwe yên taybet dike.

Heta salek bimîne ji hilbijartinan re gelek tişt têne guhertin. Ihtimala yasaya hilbijartina ji nûve bê çêkirin geleke.  Ji aliyekî ve AKP û Erdogan hesabê emrê desthilata xwe dikin ji bo vê jî Erdogan her tişta ku pêwistbe dike. Ji aliyek din ve CHP ê hevkarên xwe hesabê destxistina desthiltê dikin û ji bo vê yekê jî xwe amade dikin. Bê guman di vê qonaxê de şeredariyê di destê CHPê de rolek mezin bilindbûna dengên CHPê de bileyzin.

HDP li dijê desthilata AKPê û MHPê her awayî propagandê dike û bi tundî rexna dike û wan wek desthilatek faşîzan dinirxîne. 

Lê di rastiyê de heta roja hilbijartina kî çi dike baş nayê zanîn.

15.9.2021

Nêrîn / Şirove

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: