Ji ber teqîna 3 bombeyên vedayî yên PKKê, 2 Pêşmerge şehîd bûn û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûn.
Ligor zanyariyên BasNewsê vê êvarê li geliyê Neqeba yê devera Nehlê ya li sînorê navçeya Akrê, sê bombe teqiyan û di encama teqînê de 2 Pêşmerge şehîd bûn û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûn.Çavkaniyekî agahdar, li ser vê mijarê ji re piştrast kir ku bombeyên vedayî teqiyane û hejmarek Pêşmerge bûne armanc.
Di nava çend mehên borî de ji ber danîna bombe û mayînan ji aliyê PKKê ve, çendîn Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.
Di heyama 3-4 mehên dawî de çekdarên PKKê li dijî Pêşmergeyan dest bi êrîşan kirine û ji ber êrîşên PKKê jimareyeke Pêşmerge şehîd û birîndar bûne.
Beriya bi mehekê jî Wezareta Pêşmerge aşkere kiribû çend TNTyên PKKê ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine pûçkirin û PKK bi berdewamî bombe mayin û TNTyan li ser rêya Pêşmerge û xelkê sivîl datîne.