Kultur

Akademisyenê Kurd xelata cîhaniya pirtukxanevaniyê wergirt

 

Akademisyen û Pirtukxanevan Amed Demirhan, li Nijerya projeya “Pirtukxana Dijital ya Nujenî” avakir û xelata “Pirtûkxaneya herî baş ya cîhanê” wergirt. Li gor vê projeyê, maliyet kêm dibe, lê hejmara pirtuk, çavkanî û kesên xwendevanan zêdetir dibe.

Xelat, ji aliyê Yekîtiya Pirtukxaneyên Amerika ve dê 1’ê Tebaxê li Şikagoyê pêşkêşî Amed Demirhan bikin.

Zanîngehên li Nijerya û hin deverên Afrika, ji Demirhan xwestin ku li ser projeyê di gel wan hevkarî bike.

Xelata “Pirtûkxaneya herî baş ya cîhanê” ya 2013, Akademisyen û Pirtukxanevanê Kurd Amed Demirhan wergirt. Xelat ji aliyê Yekîtiya Pirtukxanevanên Amerika ve ji bo projeya “Pirtukxana Dijital û Nujenî” hate dayin. Li gor vê projeya ku Demirhan, li Pirtukxana Zanîngeha Amerika li Nijerya ava kiriye; maliyet kêm dibe, bes hejmara pirtuk, çavkanî û kesên bikartînin jî zêde dibe.

Yekîtiya Pirtukxaneyên Amerika, di dinyayê de xelat dan sê projeyan. Tevî projeya Amed Demirhan ev her du projeyan jî xelat wergirtin:Projeya ku ji aliyê Tora Pirtuxaneyên Ewrupa, li 12 welatên Ewrupa û tevî 3.1 milyon çavkanî û pirtukan, bi navê “Projeya pirtukên elektronik li gor daxwaziyê”.  û projeya ku li Gana, Veqfa Pirtukxaneyên Zarokan ya “Koleja Accra, Pirtukxana Perwerdeya  Gel” avakiriye.  Xelatên ev her sê projeyên herî baş, 1 ê Tebaxê li Amerika, li bajarê Şikagoyê bi merasîmek bête dayîn.

 

amed_demirhan3_115476255.jpg

Serokê Komîteya Hilbijartinê ya Yekîtiya Pirtukxaneyên Amerika Jeannette Pierce, li ser van her sê projeyên li dunya’yê xelata herî baş wergirtiye, wiha got: “Her yek ji wan projeyan, xizmetên pirtukxaneyên nujenî û berdewamîne. Ev pirtukxaneyên ku, xizmetên wan ji bo gel hêja ne, temsîl dikin. Ev projeyan, paykirina agahdariya pirtukxanevaniyên navnetewî zêde kirine. Em bi nasbuna van projeyan û bi paykirina wan  tevî pirtukxanevaniyên dinyayê re, gelek kêfxweşin.”

Her wiha Rektorê Zanîngeha Amerika li Nijerya Profesor Margee Ensign ji  li ser girtina xelatê, keyfxweşiya xwe nîşan da û got ku li Afrika ewana pêşengiya bikaranîna pirtukên elektronik kirine. Profesor Ensign wiha berdewam kir: “Li pirtukxana me bi sed hezaran pirtuk û bi milyonan maqale hene. Li pirtukxana me û li ciyê ku internet heye kanin bigijine wan pirtuk û maqaleyan. Ev xelata ku me girtiye, her wiha encama xebatên giran û encama lideri û serkirdariya Amed Demirhan e.”

Maliyet kêm, çavkani û xwendevan zêde dibe…

Zankoyên Nijerya û hun deverên Afrika jî li projeya “Pirtukxana Dijital û Nujenî” bi nezêki alaqadar bun û ji Amed Demirhan daxwazkirin ku bi wan re hevkariyê bike. Demirhan bi akademikên zanîngehan re hat ba hev û li ser projeya xwe semineran da. Hate zanin ku di rojên pêş de jî bi hun berpirsiyarên zanîngehan re li ser vê mijarê,  civîn û semîner çêbin. 

Bi “Projeya Pirtukxana Dijital û Nujenî” maliyet kêm dibe, bes hêjmara pirtuk, çavkanî û xwendevan ku bikartînin jî zêde dibe. Li gor vê, di sala 2012 de, hejmara maqaleyên elektronik, li gora sala 2011 de ji sedi (%) 70 zêde buye. Her wiha nîspeta pirtukên elektronik jî bi hejmarekî rekor, ji sedî (%) 2305 zêdetir buye.

Hate zanîn ku li  Amerika û Ewrupa pirtukxaneyên zanîngehan de, ji bo  her xwendevanekî 57 pirtuk û çavkanî dikevin. Tevî pêkanîna projeya nu, li Pirtukxana Zanîngeha Amerika li Nijerya, ev hejmar, 57’an derbas buye. Di vê pirtukxanê de her wiha bi avakirina “qatalog a millennium” derfeta bikaranîna raya giştî jî heye.

 

Pirtukxana dostê hawirdor …

 

Li Zanîngeha Amerikan li Nijerya, Amed Demirhan û koma hevkarên wî, dema ku xizmeta dijîtal bikar hanim, pêre modela pirtukxana dostê hawirdor ji pêkanin. Hate ragihandin ku bi qampanya hestyariya hawirdor, armanc ew e ku; sedi (%) 99 çavkaniya bigirin dorhêla elektronik û bigihijinin telefonên zîrek û tabletan.

Amed Demirhan, ev pêşveçunê, wekî şoreşek zihnî nirxand û got ku di sed sala 21. de pirtukxaneyan yê nebin xwediyê ciyek û navnişanek. Demirhan wiha berdewam kir: “Niha pirtukxaneyan li her derî ne. Li çar ali dinyayê, armanc eve ku internetê bi asta maximum bikar binin. Ev ji beşeki şoreşa di vi wari de ye.”

Pirtukxanevan Amed Demirhan, nezîkî sal û nîvekî ku li Pirtukxana Zanîngeha Amerikan li Nijerya wekî rêvebir kar dike. Xebat û lêkolinên wî di ware pirtukxanevaniyê de li Florida’da Pirtukxana Herema Broward de dest pêkir.

Paşe, di sala 2006’de çu Hewler û li Pirtukxana Zankoya Kurdistan de yekemcar karên xwe yên li ser pirtukxana dijital pêk anî û ava kir.

Di sala 2011 ji li Pirtukxana Zankoya Amerikan li Nijerya, vegerandina hizmetên pirtukxane bi dijital pêkani. Di Mijdara 2012 de, Komita Pirtukxaneyên Zankoyên Nijerya, xelata “Pirtukxana Zanîngehê ya Herî Baş”  dan Amed Demirhan. 

Akademik û Pirtukxanevan Amed Demirhan, li bajaroka Bişêriyê, li Batmanê hatiye dunyayê. Tevî Tirkiyê; li Swed, Amerika, Meksika û Misir ji xebatên xwe yên perwerde û lêkolînî bi karaniye. Tevî zimanê dayika xwe Kurmanji, Tirkî, Swedî, Ingilizî û Ispanyoli dizane. Di gelek çapemeniyên navnetewî de, hejmarek zêdeyê maqaleyên wî jî hatine çapkirin.

 

  ALA news IRRT Announces recipients of the 2013 ALA Presidential Citations for Innovative International Library Projects
http://www.americanlibrariesmagazine.org/news/ala/irrt-announces-recipients-2013-ala-presidential-citations-innovative-international-library-  04/16/2013
  AUN WEEKLY NEWS AUN RECORDS DRAMATIC RISE IN E-LIBRARY PATRONAGE
http://www.americanuniversitynigeria.org/home/news-and-events/aun-news/aun-this-week/74-general/570-aun-records-dramatic-rise-in-e-library-patronage.html
  Meet Amed Demirhan
http://www.ala.org/offices/meet-amed-demirhan
AUN WEEKLY NEWS AUN  WINS BEST LIBRARY AWARD
http://www.americanuniversitynigeria.org/home/news-and-events/aun-news/aun-this-week/74-general/454-aun-wins-best-library-award.html

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button